YRKê diyar kir ku ji ber topbarana hêzên Îranê ya li herêma Merîwanê ziyan gihîştiye bax û baxçeyên şêniyan. Her wiha li ser komeke ku kiryarên şerê taybet dimeşîne jî hişyarî da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser topbarana li bejahiya Merîwanê û liv û tevgera komekê ya gefê li gel dixwe û dixwaze pereyan kom bike, daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, Hêzên Supayê Pasdaran ên Îranê 16ê Hezîranê bi katyûşa bombe li qada gundê Serçor ê li herêma Merîwanê barand.
Hate ragihandin ku di encama vê topbaranê de ziyan negihiştiye hêzên wan, lê belê ziyana madî li bax û baxçeyên gelê herêmê bûye.
Kontragerîla li ser kar in
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YRKê di dewama daxuyaniyê de ragihand ku dema dawî li herêma Merîwanê komek ku ti eleqeya wan bi hêzên wan re nîn e, bi navê YRKê gef li gelê welatparêz dixwe û dixwaze pereyan kom bike.
Di daxuyaniyê de li ser vê mijarê ev hişyarî hate dayin: “Weke Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê em diyar dikin ku ti eleqeya me bi van tîmên ku gefê li gelê me yê li herêmê dixwe nîne. Ev şêwazekî reşkirinê û şerê taybet ê rejîma dagirker a Îranê ye ku li dijî hêzên me dimeşîne. Bi taybetî gelê me yê Merîwanê divê li hemberî van kiryaran hişyar be û di dema pêwîst de têkildarî van tîman cihê pêwîst agahdar bike.”









