Rêveberiya Tevgerê derbarê pêvajoyê de daxuyanî da û bang li desthilta AKP-MHPê kir ku bi rengekî cidî û berpirsyarane nêzî pêvajoya heyî bibe û ji bo çareseriyê bêyî derengxistinê gavên pêwîst biavêje.
Rêveberiya Tevgerê derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de daxuyaniyek nivîskî belav kir û bal kişand ser girîngî û hesasiyeta pêvajoyê.
Daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Apoyî bi vî rengî ye:
“Rêber Apo bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an re pirsgirêka Kurd, sedemên rewşa şer a ji ber vê yekê û rêya wê ya çareseriyê bi şênberî danî holê. Şehîdê me yê têkoşîna aştiyê Sirri Sureyya Onder jî ji bo pêkhatina vê bangê bal kişand ser girîngiya bicihanîna pêwîstiyên siyasî û hiqûqî yên vê yekê.
Rojek piştî vê bangê Tevgera Azadiyê ya Kurd agirbest ragihand. Di navbera 5-7ê Gulanê de Kongreya xwe ya 12yemîn civand û PKK fesix kir û biryar da ku dawî li têkoşîna çekdarî bîne. Jixwe sal û nîvek e carekê bi tenê jî şer neqewimî ye. Merasîma şewitandina çekan li dar xist û îradeya wê yekê nîşan da ku dema derfetên siyaseta demokratîk a li ser bingeha azadiya rêxistinbûn û fikrî bêne afirandin wê çek bên danîn. Di 26ê Cotmeha 2025an de gerîlayên ku xwe ji nava sînorên Tirkiyeyê vekişandin, daxuyaniyek dan. 2 rêveberên MÎTê hatin berdan. Hin tunelên şer ên li derveyî sînorên Tirkiyeyê hatin valakirin. Bi vî rengî îradeya terikandina têkoşîna çekdarî û pêkanîna çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya siyaseta demokratîk bi eşkere û şênberî hate destnîşankirin. Jixwe rayedarên dewletê jî gotin, bangên Rêber Apo bi cih hatine.
Rêber Apo diyar kir ku pêvajoya aştiya negatîf qediya û êdî divê pêvajoya aştiya pozîtîf dest pê bike daku sedemên şer bi temamî ji holê bêne rakirin. Ji bo vê jî anî ziman ku divê qanûnên azadiyê bêne derxistin ku siyaseta demokratîk a azad lê bê kirin û demokrasiya xwecihî bê garantîkirin. Li aliyê din, ji bo Rêber Apo karibe di pêvajoya aştiya pozîtîf bi rola xwe rabe ku qonaxa 2’yemîn e, Tevgera me û gelê me xwest statuya wî bê diyarkirin û derfet û merc jê re bêne afirandin daku azad be û karibe bi serbestî bixebite. ‘Mafê Hêviyê’ ku Devlet Bahçelî di axaftina xwe ya destpêkê de qalê kiribû, heta niha diviyabû bi rê û rêbazekê bi cih hatibûya.
Di encama nîqaşên li ser derbasbûna qonaxa 2yemîn de 27ê Adarê di hevdîtina li Îmraliyê de rayedarên dewletê diyar kiribûn ku meha Nîsanê wê qanûn bêne amadekirin. Ji bo ev qanûn bi wî şêweyî bin ku pêvajoyê bi rê ve bibin, wê bi Rêber Apo û Tevgera me re hevdîtin bihata kirin. Lê belê hem qanûn neketin rojevê, hem jî bi Rêber Apo re nêzî 2 mehan hevdîtin nehate kirin. Hem Rêber Apo hate tecrîdkirin hem jî çapemeniya nêzî desthilatdariyê dest bi propagandaya wê yekê kir ku ‘Tevgera me gav neavêtiye’ û bi vî rengî hewl da civakê bixapîne. Li ser vê yekê, bi navê Rêveberiya Tevgerê di 5ê Gulanê de daxuyaniyek hate dayîn û ji raya giştî re hat ragihandin ku li pêşberî gavên me avêtine, dewletê gavên pêvajoyê bi pêş ve bibe neavêtiye. Di vê daxuyaniyê de dilsoziya bi banga Aştî û Civaka Demokratîk re careke din hate destnîşankirin. Ji bo pêşvebirina pêvajoyê jî hate destnîşankirin ku muxatabî û statuya Rêber Apo divê qanûnî bibe.
Roja ku ev bang hate kirin Devlet Bahçelî li koma partiya xwe axivî û bi şênberî got, divê statuya Rêber Apo ‘Koordînatoriya Siyasîbûn û Aştiyê’ be. Ev daxuyaniyên Devlet Bahçelî ji aliyê DEM Partî, raya giştî ya Kurd û hêzên demokrasiyê ve erênî hate dîtin. Lê belê hîn ji roja destpêkê ve rayedarên AKPê bi gotina ‘statu nîn e, avakirina xetek di navbera Îmrali û rêxistinê de heye’ li hemberî vê daxuyaniyê helwestek nîşan dan.
Gelê Kurd ku di mijara statu, mercên karkirina serbest û azadiyê li benda pêşketinên erênî bû, daxuyaniya 18ê Gulanê ya berfireh a Devlet Bahçelî ya bi 7 sernavan, atmosfereke neyînî bi xwe re anî. Di vê nexşerêyê de li hemberî Rêber Apo, gel û Tevgera Azadiyê zimanekî welê hate bikaranîn ku sînorê hurmetê binpê dike. Di vê daxuyaniyê de têkildarî rewşa Rêber Apo hate gotin; statu nîne, dewamiya rewşa mehkûmiyetê heye. Rola koordînatoriya siyasîbûn û aştiyê jî bi pêvajoya tasfiyekirina rêxistinê hate bisînorkirin û qet qala qanûnên azadiyê nehate kirin ku Rêber Apo û endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd karibin bi rêya wan siyaseta demokratîk bi rengekî azad bikin. Bi gotina, tenê yên ku rewatiya wan a hiqûqî heye dikarin siyasetê bikin, nîşan da ku Rêber Apo û endamên Tevgera Azadiyê wê nikaribin siyasetê bikin.
Di metnê de cih bi cih qala demokrasiyê hate kirin, lê belê ev gotin jî ji bilî çareseriyê ji bo xemilandina nexşerêya tasfiyeyê bû.
Di nexeşerêya ku Bahçelî danî holê de hate gotin, Rêber Apo tu civakê temsîl nake. Ev yek tê wateya nenaskirina Kurdan û îradeya wan a siyasî, lewma jî nexwestina çareseriya pirsgirêka Kurd. Ev nêzîkatî dibe sedema wan fikaran ku gelo îradeya xwe ya çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîkbûnê heye yan na. Demokratîkbûneke rasteqîn hebûna Kurdan nas dike û pirsgirêkê çareser dike. Di metnê de wateyeke bi vî rengî li gotina demokrasiyê nehatiye kirin. Biryara ‘bêhukmiyê’ ya ku li hemberî CHPê hate dayîn û êrîşa li ser navenda wê jî nîşan da ku desthilatdariya AKP’ê feraseta demokrasiyê li gorî xwe pênase dike û bi kar tîne. Li Tirkiyeyê di çareseriya pirsgirêka Kurd a 100 salî de li şûna ku rol ji CHPê re bê dayîn, ev biserdeçûna li ser CHPê fikrê wê yekê xurt dike ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî ferasetekê nîne. Eger pirsgirêka Kurd wê li ser bingeha demokratîkbûnê bê çareserkirin diviyabû destwerdaneke bi vî rengî li qada siyasî, demokratîk nebûya. Wê êriş li ser siyaseta azad bê kirin ku mercê bingehîn ê demokrasiyê ye, piştre jî wê qala demokrasiyê bê kirin! Ji bilî demagojî tiştekî din ji vê re nikare bê gotin!
Di demekê de ku Rêber Apo hewl dide têkoşîna çekdarî bi Tevgera Azadiyê ya Kurd bide terikandin û wê bixe nava têkoşîna siyasî ya demokratîk, li dijî siyaseta demokratîk êriş hate kirin. Eger ev êriş weke provokasyon û sabotejek li hemberî pêvajoya aştî û civaka demokratîk bê nirxandin, gelo kî wê ji mirovên ku vê nirxandinê bike re bibêje hûn şaş difikirin? Her wiha eger hinek rabin bibêjin; desthilatdariya AKP’ê pêvajoya aştî û civaka demokratîk weke amûrekê bi kar tîne, ji bo berjewendiyên xwe yên partiyê bi kar tîne, gelo kî dikare jê re bibêje hûn şaş dibêjin? DEM Partiyê bi mafdarî got, êrişa li ser CHPê ne tenê CH’ê eleqedar dike. Dema ku CHP ji bo rakirina mafê destnedana parlamenteriyê deng da, hêzên demokrasiyê jê re gotibûn, ev yek wê li we vegere. Eşkere ye ku êrişeke bi vî rengî ya li hemberî HCPê wê li hemberî tevahiya qada siyasî bê kirin. Ji ber vê yekê rabûna li ber vê êrişê erka demokrasî û demokratbûnê ye. Têkoşîna navxweyî ya li nava CHPê çi dibe bila bibe, eger biryara bêhukmiyê û bûyerên piştî wê qewimîn tenê bi CHPê re eleqedar bê dîtin, ev yek wê were wateya fêmnekirina encamên naveroka vê serdeçûn û êrişê. Vê êrişê fikarên li ser siyaseta demokratîk azad a li Tirkiyeyê zêdetir kiriye.
Weke Tevgera Azadiyê, ji bo serxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk em ê ji niha û pê ve jî erk û berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em ê bi dewamî xwedî li hewldanên Rêber Apo yên ji bo serxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk derkevin. Lê belê ji bo ev hewldan bi ser bikevin divê Rêber Apo û endamên Tevgera Azadiyê di wê ast û rewşê de bin ku karibin siyaseta demokratîk bikin. Hem wê Rêbertî weke mehkûmekî bê hiştin, hem jî wê hêvî ji encamdayîna pêvajoya aştî û civaka demokratîk bê kirin! Ev yek tê wateya fêhmnekirina karaktera pêvajoya heyî.
Ji bo serketina pêvajoyê ku nêzî 2 sal in dewam dike, diviyabû qanûnên azadiyê bihatina derxistin daku Rêber Apo karibe bi rengekî azad lê siyasetê bike, astengiyên li pêşiya siyaseta azad bêne rakirin. Entegrasyona demokratîk a ku navenda siyaseta demokratîk e, tenê bi vî rengî dikare pêk were. Bi vî rengî pirsgirêka Kurd wê li ser bingeha demokratîkbûnê bê çareserkirin ku armanca pêvajoya aştî û civaka demokratîk e.
Bi navê Rêveberiya Tevgerê em bang li desthiltadariya AKP-MHP’ê dikin ku bi rengekî cidî û berpirsyarane nêzî pêvajoya heyî bibe û ji bo çareseriyeke ji bo xêra Tirkiyeyê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje.”








