Endama Fermandariya Giştî ya YPJê Rohilat Efrîn diyar kir ku Hikumeta Demkî dixwaze YPJê wekî hêza ‘asayîşê’ bipejirîne, lê daxwaza wan ew e ku di nava artêşê de cih bigirin. Rohilat Efrîn bi gotina, “Têkoşîna me ya ji bo parastina statuya YPJê wê heta serkeftinê bidome” biryadariya li ser parastina derseftiyan anî ziman.
Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, têkildarî rola YPJê di pêşeroja Sûriyeyê de, danûstandinên bi Şamê re û pêngava piştevaniya navneteweyî ji Rojnewsê re nirxandinên girîng kirin. Fermandar Rohilat Efrîn diyar kir ku YPJ di şertên herî giran ên şer de ji bo parastina gel û jinan hatiye avakirin û got, “Şoreşa Rojava, li ser cewhera jinan hatiye avakirin. YPJ’ê baweriyeke mezin da hemû pêkhateyên herêmê ku li dijî sîstemê li ber xwe bidin. Eger îro li Rojava destkefteke mezin hebe, ev bi pêşengiya jinan e û divê di pergala nû ya Sûriyeyê de jî hebûna jinê hebe.”
‘Daxwaza me artêş e, ne asayîş e’
Rohilat Efrînê, bertek nîşanî polîtîkayên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê da û destnîşan kir ku di feraseta wan de rol ji bo jinan nayê dayîn. Têkildarî hevdîtinên bi Şamê re Rohilat Efrîn ev agahî parve kirin: “Hikûmeta Demkî dixwaze hêzên YPJê derbasî nav Asayîşê bibin. Lê YPJ di nava civakê de hêzeke resen e û xebatên em didin meşandin li ser wê bingehê ne ku YPJ di nava artêşê de wekî hêzeke parastinê cih bigire. Eger berê jinan di artêşa Sûriyeyê de cih negirtibin jî, êdî divê hêzeke taybet a jinan di nav artêşê de bê qebûlkirin.”
‘Kampanyaya navneteweyî cihê serbilindiyê ye’
Li ser mijarê Rohilat Efrînê bal kişand ser kampanyaya navneteweyî ya ji bo piştgiriya YPJê û wiha axivî: “Piştgiriya jinên cîhanê ji bo me cihê şanazî û serbilindiyê ye. Dengê YPJê, hêza wê ya berxwedanê li hemû cîhanê belav bûye. Li hemberî hêzeke hov a wekî DAIŞê, hemû jinan YPJ ji bo xwe wekî hêza çareseriyê dît.”
‘Parastina statuyê xeta me ya sor e’
Têkildarî mijarê Rohilat Efrîn hişyarî da ku eger mafê jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de neyê mîsogerkirin wê ev maf bên tunekirin û got: “Têkoşîna me wê li ser bingeha garantîkirina mafên jinê di destûra nû de dewam bike. Qebûlkirina YPJê di nav fermiyeta Sûriyeya nû de, tê wateya parastina mafên hemû jinan. Şoreşa me bi pêşengiya jinê dest pê kir û em ê têkoşîna xwe heta serkeftinê bidomînin.”













