* Hiqûqzan têkildarî “mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivîn û diyar kirin ku ji bo ku Ocalan dikaribe bi rola xwe rabe û bi rehetî tevbigere divê “mafê hêviyê” tavilê were bicihanîn.
* Serokê Şaxa Egîtîm Senê yê Hejmara 1emîn a Amedê Farûk Ercan ji bo ku astengiyên li ser Kurdî bên rakirin xwest qanûna bingehîn bê guhertin û da zanîn ku heta zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê dê xebatên xwe bidomînin.
* Endama KNKê Nilufer Koç têkildarî niqaşên konferansa li Romayê pêk hat bal kişand ser helwesta beşdaran û got: “Baweriya beşdaran bi dewletê tune, lê baweriya wan bi Rêber Apo heye.”
* Danişîna ewil a doza duyemîn ku derbarê xizmên Narîn Guranê de hatiye vekirin dê li 17emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê bê lidarxistin. (09.00)
KIRMANCKÎ
Velî Yildiz timî timî donanê sipîyan dano xora û çîta sîyaye zî dano sarê xo. Vano: “Wexto ke 38 de kal û pîrê ma ameyî kiştene masumê pakî bî, nî kincî pira bî. Çîta sarê mi zî seba 38 ez sîya dana girê.”