• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şandeya Bakur: Divê her kes tev li berxwedana Rojava bibe

Navenda Nûçeyan / AW

22 ÇILE 2026 - 20:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şandeya DEM Partî, DBP û saziyên bakurê Kurdistanê piştî serdanên xwe yên li Rojava daxuyanî da. Şandeyê piştgiriya xwe ya bi berxwedana Rojava re anî ziman û got: “Li herêmê lîstikek mezin heye, divê tevahî parçeyên Kurdistanê, Ewropa û hêzên demokratîk tev li berxwedana Rojava bibin.”

Şandeya DEM Partî, DBP û saziyên Bakurê Kurdistanê ku ji Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmoglulari, Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, hevberdevkên İnîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz û Îmam Taşcier, Berdevka Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP) ê Kezban Konukçu, Berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) yê Çîmen Fîdan, Dayika Aştiyê Asya Tay, Rêveberê Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Mehmet Alî Aslan, Endamê Kongreya Îslama Demokratîk Alî Angay, Parlamenterê Dem Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan, Serokê Baroya Mêrdînê Ehmed Duyan pêk tê, îro serdana çend sazî û partiyên Rojavayê Kurdistanê kir. Şandeyê îro serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongra Star, Şandeya Kurdî û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

Şandeyê der barê naveroka serdanan de li Navenda Daîreya Têkiliyên Derve daxuyaniyek da saziyên çapemeniyê.

Daxuyanî bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî hat dayîn. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir bi zimanê Kurdî, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimoglulari jî bi zimanê Erebî û Tirkî daxuyanî da.

Cîgira Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Gulîstan Elî bi navê Rêveberiya Xweser û Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bixêrhatina şandeyê kir û ji bo piştgiriya wan a bi gelê herêmê re spasiya şandeyê kir.

‘Li herêmê lîstikek mezin heye’

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimoglulari ev tişt anî ziman: “Gelê Rojava ne bi tenê ye. Rojava wek gulekê li herêmê vebûye. Bi salan e şerê li dijî gelên herêmê tê meşandin, daxwaza gel jî wek nimûneya li Rojava bijîn. Rojava nêzîkatiyek ku naxwazin bi gelên herêmê re şer bikin nîşan da. Me îro bihîst ku hevdîtin di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de pêk tên, em hêvî dikin ku lihevkirinek pêk bê. Divê demildest êrişên li ser Rojava bi dawî bin, Rojava destkeftiyeke mirovahiyê ye. Wekheviya gelan misogeriya Sûriyeyê ye.

Li herêmê lîstikek mezin heye, li hemberî vê divê hêzên demokratîk û aştiyê hestiyar bin û li dijî vê lîstokê bisekinin. Sûriye nikare bi şeran gelên din rake.

‘Dixwazin di navbera gelan de şer derbixin’

Em dibînin welatên garator erkê xwe paşguh kirine. Em bang dikin ku erkê xwe bi cih bînin. Ev ax aştiyê dixwaze. Ji bo aştiyê her kes li benda Tirkiyeyê ye, Tirkiye dikare di avabûna aştiya herêmê de rolekî aştiyane bilîze. Têkiliyên Tirkiyeyê bi Colanî re danîne dide nîşan ku dikare vê bike. Dixwazim binê wê xet bikim ku li herêmê lîstokek heye, dixwazin şerê gelê Kurd û Ereb derbixin. Sûda vê ji kesî re tune ye. Li Tirkiyeyê jî hevdîtinên ku li ser banga 27ê Sibatê (2025) a birêz Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê hene. Kesên ku dixwazin li Tirkiyeyê jî şerê Kurdan û Tirkan derxin, li dijî vê pêvajoyê ne.

Bila bê zanîn ku gelê Rojava ne tenê ye, duh em li dijî qirkirina gelê Elewî, Sunî û Durzî derketin. Niha jî em li dijî qirkirina gelê Kurd disekinin.”

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir: “Em ji duh ve bi partiyên siyasî, sivîl û Rêveberiya Xweser re dan û standinan dikin. Îro jî em vê daxuyaniyê didin. Em di Nîsanê de jî weke şandeyekê hatin. 8 meh derbas bûn, dîsa em li Rojava ne. Di navbera van herdu hatinan de me tiştek ferq kir em dixwazin ji cîhanê re parve bikin.

Dema em di Nîsanê de hatin, li her kolanê, sazî û di nava her pêkhatiyekî de çavdêriyek me çêbû. Rêveberiya Xweser dixwest jiyaneke nû ava bike û encamên şer ji holê rake. Amedekariyê wê dikir. Lê îro çavdêriyê me ew e di navbera 8 mehan de bi her awayî ji neçarî, bi êrişên hovane û koployek navnetewî, bi hemû hêza xwe di rewşa awarte û parastinê de ye.

Em dibînin ku dîplomasiya Rêveberiya Xweser dîplomasiyek nerm dike. Ji bo li ser bingehê rûmetê û statuya Rojava û rûmeta gelê Kurd vê aştiyê li dar bixe. Dê heta dawiyê li ser van pîvanan tev bigere. Ev nayê wê wateyê ku gelê Rojava lewaz e. Ji ber dixwaze pêşiyê li şer, komkujî û koçberkirinê bigire. Bi salane Sûriye û Rojava ji xwînê, şer û koçberiyê têr bûye. Bi berpiryariyek dîrokî tev digere. Em minetdar in.

‘Em ê bi ser bikevin’

Em dixwazin ji gelê xwe re tiştekî parve bikin. Pêdiviya gelê Rojava bi her awayî bi sekneke dîrokî, berxwedanê û pêşengiya jin û ciwanên Bakurê Kurdistanê heye.Ev çend roj e Bakurê Kurdistanê ji bo gelê me yê Rojava hêviyekî, moralekî derxistiye holê. Pêwîst e li Bakur û Tirkiyeyê, li Başûr em piştgiriya bikin. Ne tenê bi gotin, bi çalakî û bi derfetên zehmet jî be xwe bigihînin Rojava. Beşdarî berxwedana Rojava bibin. Rojava di seetên dîrokî re derbas dibe. Eger encamên nebixêr pêk bên, dê ne tenê li Rojava bimîne. Dê li Başur, Zagrosan û çar parçeyên Kurdistanê belav bibe. Ji ber wê jî li hemberî van êrişan têkoşîna gelê Rojava îro 60 milyon Kurd bi ruhê netewî û Kurdîtiyê rabuye ser piyan. Ev pir bi nirx e. Lê bi ewqas planên mezin û hesabên kûr, bi piştgiriya navnetwî hîna tiştên em bikin pir in. Her seet her kêlî ji bo me, ji bo man û nemanê, ji bo azadiyê û bindestiyê girîng e. Ji ber vê ji Bakur hewl didin xwe bigihînin vir. Ev moralek mezin ava kiriye. Em bang li Ewropayê jî dikin, divê demildest û teqez zor bidin derfetên xwe, xwe bigihînin erdnîgariya Rojava. Ji bo serkeftina têkoşînê her piştevaniyek pir girîng e. Ev çalakiyên derketine pêş, dê hêzên planên xirab dikin neçar bikin ku komên xwe danin pêş xwe û hesabên rast bikin. Lê hîna hêviya wan ji şer, kuştinê, têkbirinê heye. Dibijin em ê serbikevin. Lê dostên Kurd û gelê Kurd piştgiriyek wan a mezin heye. Me gelek caran di dîroka nêz de ev rewş derbas kiriye. Eger em cewherê xwe, bi hêza xwe bawer bin. Em ê bi ser bikevin.

‘Xwe bigihînin Rojava

Bangawaziya me ji tevahî sazî, tevger û partiyên Kurd re hene. Gelê Kurd hewara yekîtiyê dike. Em li vir bi vê şandeyê me xwest vê hest û helwestê ne tenê bi gotinan bi pratîkî jî pêk bînin. Xwe bigihînin Rojava. Em li vir in, em ji cîhanê re îlan dikin. Saziyên sivîl, saziyên mafê mirovan, her tim digotin em denydarên Kurdan in. Gelên herêmê yên digotin eger îro em dijîn em deyndarê Kurdan in. Divê piştgiriya xwe ya şênber û vekirî ji berxwedan û gelê me yê Rojava re aşkere bikin.

Gelê me yê Bakur divê gotina me ya dawî ev be, em ê berxwedana xwe bê navber bidomînin. Ev bû cara 3yan peyman tê îmzekirin. Lê hîna seetek derbas nabe Şam van peymanan binpê dike. Heta ragihandina Rêveberiya Xweser rêyekê diyar neke, em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em ê tê bikoşin û li ser piyan bin. Ya ku me ji vê xeteriyê derbas bike hêz û cewhera gelê Kurd û Kurdistanê ye. Me xwest em vê peyama xwe ji gelê Rojava, Kurdistanê û cihanê re parve bikin.”

‘Divê em ji her tiştî re amade bin’

Xerîb Hiso jî spasiya şandeyê kir û wiha got: “Îro Rojava û Kobanê bûne rojeva cîhanê. Ji 6’ê Çileyê ve şer, komkujî, bêbawerî zêde bûye. Şerê qirkirinê li me tê ferzkirin. Ev komployek navnetewî ye. Ne ji xwe bê deng in. Li hemberî DAIŞê, Colanî û hovîtiyê bê deng in. Weke Şengalê. Kê çi kir. Bêdeng bûn, bêdengbûna niha jî metirsiyek weke Şengalê derdixe pêş. Lê dema komkujî li serê gelan çêdibin, piştgirî û alîgirên gelan jî çêdibin. Hêviya me jî ev e. Hatina şandeyê hêzekî dide me. Şande ji Kurd, Ereban pêk tê. Ev peyameke biratiya gelan e. DAIŞ û Colanî biratiyê naxwazin. Bi sedhezaran li Rojava jiyan dikin. Bi sedhezaran kes li Kobanê dijîn. Kobanê di dorpêçê de ye. Eger ev bidome, dê kî bersiva vê bide. Ev dewletên garantor dê çi bersivê bidin. Dibe ku Şengalek nû bê jiyîn. Ev ne dûr e. Ji ber vê jî em xwe diparêzin, ji ber vê gelê me li Kurdistan û derveyî Kurdistan li ser piyan e. Hêzên demokrtîk jî piştevaniyek mezin didin. Ev dihêle ku em bi serbikevin. Ew dengên me ne û em jî berxwedaniyê didomînin. Çavê her kesî li civîna Hewlêrê ye, em ê li gorî encamê tev bigerin. Divê em ji her tiştî re amede bin.”

Etîket: BakurdaxuyanîhandeRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

29 HEZÎRAN 2026
Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir   Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

Malbata Kabaîş: Me wekaleta bi Baroya Wanê re betal kir
Baro: Ragihandin û şopandin zehmet bûye

28 HEZÎRAN 2026
TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

TEV-ÇAND: Kadîr Înanir dostê gelê Kurd bû

28 HEZÎRAN 2026
Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

26 HEZÎRAN 2026
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê: Ji bo aştiyê divê gavên berçav bên avêtin

26 HEZÎRAN 2026
YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

YRK: Eger êriş bidomin em ê bersiva pêwîst bidin

25 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (816)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne