• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

    Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şandeya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

Navenda Nûçeyan /AW

24 SIBAT 2025 - 14:26
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku dê di nava çend rojan de şandeya wan biçe Girtîgeha Îmraliyê û got: “Piştî vê hevdîtinê dê bi birêz Ocalan re dîroka bangê bê diyarkirin.”

Serokwekîla koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Gulistan Kiliç Koçyîgît, di serî de bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Qaxizmanê da û tayînkirina qeyûm weke “derbeya siyasî” nirxand û wiha got: “AKP hewl dide bi darê zorê şaredariyan bi dest bixe. Ev, operasyona talankirinê ye. Desteserkirina vîna gel e. Zordestî ye.”

‘Berê ceza dikin û piştre dest desteser dikin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku AKP bi tayînkirina qeyûman re çavkaniyên bajaran pêşkeşî AKPiyan dike û wiha domand: “Ji bo qeyûman tayîn bikin, ceza didin hevşaredaran. Pêvajoyên darazê tên bilezûbezkirin, dosyayên berê dixin rojevê û bi şahidên nepen û li ser fermanê bi destê dadgehên herêmî cezayan didin hevalên me. Piştre jî qeyûman tayîn dikin. Çima ewqas eceleyê dikin? Ji ber ku eceleya AKP’ê heye. AKP tehemûl nake ku çavkanî ji bo gel bên xerckirin. Tehemûla xizmeta hevalên me nakin. AKP dixwaze hundirê şaredariyan vala bike. Dixwaze bi siyaseta qeyûm xwe li ser pêyan bigire û rejîma xwe xurt bike. Lewma meseleyeke siyasî ye. Darazê weke amûrekê bi kar tîne. Em bangî wan dadgeran dikin; madem hûn ewqas di bin fermana AKP’ê de ne wê demê cibeyên xwe derxînin û werin di nava AKP’ê de siyasetê bikin. Heke cisareta we hebe werin li hemberî me bibin namzet.”

‘Bi qeyûm darbe li vîna gel xistin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tayînkirina qeyûm derbe li dijî vîna gelê Qaxizmanê kirin. Qers bajarejî kozmopolît e lê niha di nava rewşekî gelek xerab de ye. Herin lê binêrin ka ji ber polîtîkayên qeyûm ketiye çi halî. Ev qeyûm, derbeyeke li dijî vîna gelê Qersê ye. Di 2’yê Adarê de biryara qedexeya çalakî û xwepêşandanan hate dayin. Demekî kin piştre jî ceza dan. Emniyet bi vê jî bisînor nema. Rêyên ji gundan ên ber bi navçeyê ve bi axê girt. Hevserokên me nekarîn xwe bigihînin navçeyê. Gelo ev li gorî qanûnê ne? Na.

AKP dixwaze HDKê dijzagonî bike

Gulistan Kiliç Koçyîgit, da zanîn ku AKP hewl dide HDKê krîmînalîze bike û wiha dirêj kir: Ev yek nîşan dide ku ka AKP ketiye nava têkçûneke çiqas mezin. Çima HDK hedef girtin? Ji ber ku HDK navê tifaqa stratejîk a tevgera Kurd a bi derdorên sosyalîst û demokrat re ye. Ne ku HDK rêxistineke îllegal e lewma, ji ber ku qala civak û komara demokratîk dike lewma hedef hate girtin.”

Hevdîtina sêyem dê bê kirin

Şandeya me dê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê. Serlêdana ji bo hevdîtinê jî dê îro yan jî sibe bike. Amadekarî tên temamkirin. Di hevdîtina li Îmraliyê de bi taybet jî dê agahiyên têkildarî hevdîtinên li başûrê Kurdistanê hatine kirin, nîqaşên hatin kirin dê bi birêz Ocalan re bên parvekirin. Piştî vê hevdîtinê dê dîroka banga dîrokî ya birêz Abdullah Ocalan jî diyar bibe. Dê di çareseriya pirsgirêka Kurd de dê bibe destpêka serdemeke nû. Em dizanin ku ew banga dîrokî dê were. Em careke din dibêjin ku divê pratîkên ku zemîna tifaqa Kurd û Tirkan a nû zerab dike, yên pêşiya vê digirin divê di serî de ji hêla civak û siyasetê ve bên mehkûmkirin.”

Bang li meclisê kir

Gulistan Kiliç Koçyîgît, herî dawî da zanîn berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê Meclisê û got: “Em bang li Meclisê dikin ku piştî vê banga dîrokî berpirsyartiyê li xwe bigire, destê xwe deyne bin kevir û pêdiviyên vê bangawaziyê bicih bîne. Ji bo vê jî divê demildest ji bo sererastkirinên qanûnî bikeve nava hewldanan.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

15 HEZÎRAN 2026
Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

15 HEZÎRAN 2026
‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

15 HEZÎRAN 2026
Li Wanê li dijî kuştina jinan meşiyan: Em tundiyê qebûl nakin

Li Wanê li dijî kuştina jinan meşiyan: Em tundiyê qebûl nakin

15 HEZÎRAN 2026
Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

15 HEZÎRAN 2026
Gelê Pirxûsê li dijî GESê bi rojan e li ber xwe dide

Gelê Pirxûsê li dijî GESê bi rojan e li ber xwe dide

15 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Banga sedsaleke nû: Konferansa Veguherîna Demokratîk

    Banga sedsaleke nû: Konferansa Veguherîna Demokratîk

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin aştî pêk bê û vegerin gundê xwe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zarokistanan bi şahiyekê dest bi betlaneyê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çandeke komûnê: Doşane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Faîk Bulut: Demokratîkbûyîna komarê girêdayî zextên civakî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jina Kurd Dr. Ronay Bakan du xelatên akademîk wergirt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (445)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne