Kursên hunerî yên bêpere ji bo serdana nû li Atolyeya Hunerê ya Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê dest pê kirin.
Atolyeya Hunerê ya ku di bin birêvebiriya Gerînendetiya Çand û Karên Civakî de ye, ji bo ciwanan atolyeyên tembûr, erbane, govend, şano, piyano û perwerdeya vokalê vedike. Şaredariyê ciwan vexwendin ku beşdarî kursên bêpere ên li taxa Huzurevleriyê bibin.
Gelek xwendekar serketin
Şaredariyê Peyasê daxuyaniya xwe de dest nîşan kir ku sala borî, gelek xwendekarên ku li Atolyeya Hunerê de kursên cuda yên hunerî dîtibûn, di ezmûnên Konservatûar û Lîseya Hunerên Bedew de bi ser ketin.














