Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol vê şeveqê hat desteserkirin. Di dîroka welat de cara yekeme ku serokê welat tê binçavkirin.
Li gorî nûçeya Reutersê; rayedarên Ofîsa Lêpirsîna Gendeliyê (CIO) vê şeveqê serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol ku ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, li xaniyê serokdewletiyê desteser kirin e û ew ji bo îfadeyê birine Ofîsa Lêpirsîna Gendeliyê ya li Gwacheona li başûrê Seulê.
Di dîroka Koreya Başûr de cara yekeme ku serokekî dewletê tê desteserkirin.
Hêjayî gotinê ye Yoon Suk Yeol 14ê Kanûna 2024an de rewşa awarte ragihandibû. Piştî wê Parlamentoya Koreya Başûr ji ber ku rewşa awarte li dijî destûrê ye daxwaza desteserkirina Yoon Suk Yeol kiribû û ji ber vê ji kar hatibû dûrxistin.