Rejîma Îranê ji ber belavkirina dîmenekî dema xwepêşandanan cezayê girtîgehê li xwepêşanderekî birî. Her wiha cezayê darvekirin û 10 sal jî cezayê girtîgehê li welatiyekî Belûc birî.
Ajansa nûçeyan a Mîzan a ser bi desthilata dadweriya Îranê ye, diyar kir ku kesê bi navê Mesûd Piyaho li Tehranê ji ber belavkirina dîmenek kurt ê di dema xwepêşandanan de 10 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Dîmenên ku Mesûd Piyaho pê hatine sûcdarkirin jî yên di dema xwepêşandanan de ye ku kesek bi tenê li beramberî hêzên rejîma Îranê rûniştiye.
Navenda Mafên Mirovan a Îranê jî ragihand ku ji aliyê Şaxa 2 ya Dadgeha Şoreşê ya Zahîdan ve bi tometa ‘endamtiya komên dijberên Îranê’ cezayê darvekirin û 10 sal girtîgehê li kesê bi navê Yasîn Museîb Şehbexş ê ji pêkhateya Belûc e birî. Hatiye diyarkirin ku Yasîn Şehbexş wan tometan red kiriye û aniye ziman ku di dema binçavkirinê de rûbirûyê zextên fîzîkî, derûnî û îşkenceyê hatiye. Her wiha kesûkarên wî jî diyar dikin ku îfadeyên wî di bin îşkenceyê de hatine wergirtin.














