Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan serdana “Nobeda Jiyanê” ya sendikayên perwerdehiyê kir û anî ziman ku di van êrişan de xemsariya hikûmetê heye û ew ê ji bo pergala perwerdehiyê ya demokratîk û azad têkoşîna hevpar bidomînin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan serdana “Nobeda Jiyanê” ya ji aliyê Egîtîm Sen jî di nav de ya ji aliyê sendîkayên perwerdehiyê ve ku li dijî êrişên li ser dibistanan li ber Wezareta Perwerdehiyê hatiye destpêkirin, kir. Di roja 3yemîn a nobede de gelek sazî û rêxistinên civakî jî serdana nobedê kirin. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, parlamenter û rêxistina DEM Partî ya Enqereyê jî bi Tuncer Bakirhan re hatin serdana nobetê.
Pêşî Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kemal Irmak axivî û spasiya Tuncer Bakirhan û kesên serdana nobede kirine, kir.
‘Encama revakirina tundî û siyaseta dijberbûnê ye’
Tuncer Bakirhan axivî û di serî de ji kesên jiyana xwe ji dest danê re sersaxî xwest û ji birîndaran re jî şîfa xwest û wiha got: “Xemsariya raya giştî jî di van bûyeran de hebû. Divê vê qebûl bikin û rexnedayîna xwe bidin. Ev bûyer ne tenê ya çend kesan e. Siyaset li ser dijberiyê tê meşandin. Tundî tê rêwakirin. Her wiha di dibistanan de ewlehî tune ye. Divê ewlehî bê xurtkirin. Her wiha pirsgirêk ne tenê ewlehî ye, di heman demê de pirsgirêk ya pergalê ye. Demekê kesên weke Denîz, Mahîr û Îbrahîm îdol bûn niha kesên mafya dibin îdol. Di serî de divê siyaset biguhere û piştre jî ev pergal biguhere. Em ê ji bo pergala demokratîk, azad ku zarok bi awayekî wekhev perwerdehiyê bibînin têkoşîna xwe ya hevpar bidomînin.”
Piştî daxuyaniyê girseyê dirûşmeya, “Perwerdehiya demokratîk, zanîst û zimanê dayikê” berz kir.
Nobet dê heta roja Yekşemê berdewam bike.














