Êlih – Li Êlihê welatiyên ku tev li mitînga “Civaka Demokratîk û Azadiyê” bûn diyar kirin ku ew jî dixwazin wekî her kesî azad bijîn û gotin: “Em ji bo aştiya civakê û azadiya rêberê xwe hatin mitîngê.”
Li her derê Kurdistanê û Tirkiyeyê û gelek deverên cîhanê ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat bênavber didomin. Platforma Saziyên Demokratîk ku ji gelek saziyan pêk tê duh li Êlihê mitînga “Civaka Demokratîk û Azadî” li dar xist. Bi hezaran kes tev li mitîngê bûn û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û xwestin dewlet gavên şênber biavêje.
Welatiyên ku tev li mitîngê bûn ji ajansa me re axivîn û destnîşan kirin ku ew ji bo xatirê pêvajoyê beşdarî mitîngê bûne û gotin: “Em ji bo aştiya civakê û azadiya Rêberê xwe hatin mitîngê.”