Piştî êrişên Îsraîl û Amerîkayê, Îranê bi fuzeyan bersiv da. Fuzeyên Îranê avêtine ber bi Îsraîlê ve diçin. Hate ragihandin ku operasyona li dijî Îranê “hevbeş” e.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku wan li dijî Îranê “êrişeke bergiriyê” daye destpêkirin. Li gorî agahiyên destpêkê, li Tehranê dengê teqînên dijwar hatin bihîstin. Serokê Amerîkayê Donald Trump têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku wan bi hevkariya Îsraîlê li dijî Îranê operasyoneke berfireh dane destpêkirin.
Bersiva Îranê: Fuze ber bi hedefên Îsraîlê ve diçin
Piştî destpêkirina êrişan, Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Meclîsa Îranê Îbrahîm Ezîzî daxuyand ku ew ê bi tundî bersiva vê êrişê bidin. Demeke kurt piştî vê daxuyaniyê, Îranê bi gelek fuzeyan êrişî Îsraîlê kir. Hat ragihandin ku pergalên parastina asmanî yên Îsraîlê fuzeyên Îranê hîn di hewayê de teqandine û nehiştine ku fuzeyên Tehranê bigihîjin navendên Îsraîlê.













