Lîwaya Hizbullahê ya li Iraqê ragihand ku ewê di demek nêzîk de êrişan li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê bidin destpê kirin. Her wiha Tevgera Nûceba jî daxuyand ku dê li rex Îranê li dijî Îsraîl û DYAyê şer bikin.
Artêşa Îsraîl û Amerîkayê dijî Îranê operasyonek berfireh dan destpêkirin. Îranê jî bi moşekan bersiva êrişan dide. Di demek ku êriş li ser Îranê tê kirin, çav komên alîgirên Îranê yên li Iraqê ye.
Lîwaya HizbUllahê ya li Iraqê derbarê êrişan de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ewê di demek nêzîk de êrişî baregehên leşkerî yên Amerîkayê bike.
Hêjayî gotinê ye îro baregehek Hizbûllaha Iraqê ya li herêma Xerf Sexir ya li parêzgeha Babilê hatibû bombebaran kirin.
Tevgera Nûceba jî biryar da: Emê êriş bikin
Tevgera Nuceba ya Iraqê ragihand ku ewê tevlî şerê Îranê yê li dijî Amerîka û Îsraîlê bibin. Piştî Hizbullaha Iraqê, Tevgera Nuceba ya Iraqê jî ragihand ku ewê tevlî şerê dijî Amerîka-Îsraîlê bibin.
Yek ji fermandarên leşkerî yê Tevgera Nuceba ya çekdarî ya Iraqê Ebdulqadir Kerbelayî, ragihand ku ewê tevlî şerê dijî Amerîka û Îsraîlê bibin. Herwiha platformên nêzî Tevgera Nuceba jî dibêjin ewê bikevin nava şer û gefa berfirehkirina şer ya li qada Iraqê dixwin.













