Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dê li ser daxwaza 5 welatên daîmî bi rojeva Rojhilata Navîn bi lezgînî bicive.
Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) piştî êrîşên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê û bersivadana Tehranê, dê civînek lezginî li dar bixe.
Li gorî daxuyaniya Nûnerê Daîmî yê NYê Rûsyayê civîna lezgînî ji hêla nûnertiyên daîmî yên Fransa, Behreyn, Çîn, Rûsya û Kolombiyayê ve hatiye xwestin.
Di daxuyaniya NYê de hat destnîşankirin ku civîn wê li gorî saeta herêmî di saet 16:00’an (21:00 GMT) dest pê bike û wê rewşa li Rojhilata Navîn bê nîqaşkirin.













