Hikûmeta Lûbnanê çalakiyên leşkerî yên Hizbullahê qedexe kir û ji Hizbullahê xwest çekên xwe teslîm bike.
Serokwezîrê Lubnanê Nawaf Selam daxuyand ku hikûmeta wan li Lubnan çalakiyên leşkerî yên Hizbullahê qedexe kiriye. Serokwezîrê Lubnanê vê daxuyaniya xwe piştî êrişa li dijî Îsraîlê ya Hizbullahê ragihand.
Hizbullaha li Lubnanê diyar kir ku ew ê ji ber êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê, dest bi şer bikin û piştî vê daxuyaniyê bi moşekan êrişî Îsraîlê kir. Îsarîlê jî bersiv da êrişa Hizbullaha. Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di daxuyaniya çapameniyê de bang kir ku rewşa Lubnanê ya aram bê parastin. Serokwezîrê Lubnanê Nawaf Selam li ser van geşedanan daxuyanî da ku wan hewildanê leşkerî yên Hizbullahê qedexe kiriye û ji rêxistinê xwestiye çekên xwe ratdestî hikûmetê bikin.
Bi dehan kes piştî êrîşên Îsraîlê hatin kuştin
Piştî ku koma Hizbulah ya piştgirî dide Îranê daxuyand ku ew ê tola lîderî olî yê Îranê Elî Xamaney hilînin û bi mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kir. Îsraîlê jî îro li derdorên başûrê Beyrûtê, ku di bin kontrola Hizbulahê de ye êrîşên hewayî yên giran dan destpêkirin. Hat diyarkin ku di êrişên Îsraîlê de 31 kes hatine kuştin, 139 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Effie Defrin diyar kir ku ji ber şerê ku li dijî Hizbullahê, wan ferman daye ku zêdirî 50 gundên li başûrê Lubnanê werin valakirin.













