Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bang li hêzên çekdar ên rejîmê li Rojhilatê Kurdistanê kir ku vê derfetê ji dest nedin û dev ji bermahiyên Komara Îslamî ya Îranê berdin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li ser rewşa li Îranê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye;
“Gelê têkoşer û mafxwaz ê Kurdistanê!
Ji roja şemiyê ve, rotaya bûyerên li Îranê ber bi guhertinek kûr û bingehîn ve diçe. Şerê heyî encama dehsalan ji polîtîkayên êrişkar yên rejîmê, destwerdana di karûbarên welatên herêmî de, piştgiriya terorîzma dewletê, israra li ser bidestxistina bombeyên atomî û pêşxistina pîşesaziya mûşekan, gefxwarina ewlehiya cîhanî û têkçûna rejîmê di pabendbûna bi tedbîrên navneteweyî de ye; siyasetek ku di dawiyê de Îran veguherand welatekî wêrankirî bi aboriyek hilweşiyayî û bû sedem ku rejîm ber bi hilweşînê ve biçe. Kuştina R-rêberê rejîma Îranê Xameneyî û bi dehan fermandarên leşkerî û berpirsên siyasî ev hilweşîna musteqbel leztir kiriye.
Em weke Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistan a li Îranê dibêjin ku ev şer ne şerekî di navbera civaka Îranî û netewên wê bi DYA, Îsraîl û civaka navnetewî re ye. Di rastiyê de, ew rejîma dîktator û zordar a Komara Îslamî ye ku tevahiya gelê welat dîl girtiye. Wê gelên Îranê ji hemû maf û azadiyan bêpar hiştiye û di Sibata îsal de bi hezaran mirovên serhildêr û mafxwaz yên Îranî qetil kiriye. Heta niha jî, dema ku Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi rojên xwe yên herî diyarker re rûbirû ne. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê Kurd dikin:
- Divê gelê Kurd ji geşedanan haydar be, bi hişmendî rûbirûyê geşedanan bibe, tevgera xwe ya siyasî bi daxwaz û pêşniyarên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistan a Îranê re bike rêxistin bike û vê hemahengî û têkiliyê; zindî û berhemdar bike.
- Di rojên rûxandina rejîmê û serhildana girseyî ya gel de, divê hemû saziyên îdarî û xizmetgûzariyê ji bo berjewendî û pêdiviyên giştî werin parastin.
- Em bang li hêzên çekdar yên rejîmê yên li Rojhilatê Kurdistanê dikin ku xwe ji bermahiyên Komara Îslamî veqetînin. Em ji wan re dibêjin ku çêtire ku vê derfeta dawî ji dest nedin ku li ser vê yekê pişta xwe bidin dijmin û biçin li rex doza gelê xwe bisekinin.
- Divê hemû gelê Kurd bi jîrî û gihiştî li hember guhertinan bisekine û xwe ji şaşiyên takekesî û tolhildanê dûr bigire ku zererê dide ewlehî û parastina giştî ya civakê.
- Em daxwaz dikin ku ji bo ewlehiyek mezintir, gelê me bi qasî ku pêkane ji baregehên leşkerî û ewlehiyê yên rejîmê dûr bisekinin.
- Em ji gelê xwe, bi taybetî ji sektora bazarê, dikandar û xwediyên malan dixwazin ku ji her demê bêtir li hev xwedî derkevin, bi taybetî ji kirêdar, kesên feqîr û hewcedar, di van rojên dijwar de alîkariya hev bikin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistan a Îranê dê polîtîka û bernameyên xwe li gorî pêşketina bûyeran bi rêya daxuyaniyên xwe yên din biweşîne.”













