Balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê êrişeke dijwar li ser navendên hêzên ewlehiyê yên rejîmê kirin û di encamê de navenda polîsan û baregehên wan ên li ser sînor hatin rûxandin.
Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Îsraîlê îşev bi şev li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê êrişeke dijwar li ser avahiyên rejîma Îranê kirin.
Di êrişan de navenda polîs û baregehên li ser deverê hatin wêrankirin.













