Serokê DYAyê Donald Trump ji bilî teslîbûna bêşert a Komara Îslam lihevkirina agirbestê ya bi Îranê re red kir.
Serokê DYAyê di peyama ku li Truth Social hat weşandin de û got, “Bi Îranê re lihevkirin tuneye, tenê teslîmbûna bêşert mimkun e!”
Trump îdîa kir ku di rewşek wiha de, DYA dikare “yek an çend rêberên derasayî û qebûlkirî” ji bo Îranê hilbijêre.
Trump destnîşan kir ku heke teslîmbûn çêbibe, DYA û “hevalbend û hevkarên wê yên wêrek” dê “ji bo Îranê ji hilweşînê rizgar bikin û ji hêla aborî ve bihêztir bikin wê ji her demû bêhtir bê westan bixebitin”.
Trump di parvekirina xwe de got, “Wê pêşerojek mezin ê Îranê hebe. Îranê dîsa mezin bikin.”













