Serokê YNKê Bafil Talabanî di hevpeyvînek taybet de ji Fox Newsê re axivî û di axaftina xwe de got ku ew naxwazin Kurdistan bibe cihê şer.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî beşdarî Fox Newsê bû û diyar kir ku li heremê şer ji nişkê ve dest pê kir û ew hewl didin Kurdistan nebe cihê şer û wiha got: “Kurdên Rojhilat rêzê heq dikin û gelên Rojhilata Navîn ji ber van şerên li heremê diqewimin pir êşê kişandine.”
Bafil Talebanî anî ziman ku rojên dijwar tên û ew tu nîşaneyên arambûnê nabîne û tiştê ku ew dibîne zêdebûna rageşiyê ye.
Bafil Talabanî bal kişand ser hevdîtina bi rêya telefonê ku bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re pêk aniye û got: “Serok Trump pir nerm bû û divê hevalbendên me serfiraziyê bînin herêmên me.”













