Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl ragihand ku koma yekem a koçberên Efrînê dê roja duşemê vegere herêma Efrînê.
Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Mehmûd Xelîl li hesaba xwe ya platform Xê der barê pêvajoya vegera koçberên Efrînê daxuyanyek weşand.
Daxuyanî wiha ye: “Piştî serdana me ya bo Efrînê û hevdîtinên me bi şandeya serokkomariyê re, em radighînin ku pêvajoya vegera xelkên me yên koçber bo malên xwe dest pê kir. Hevdîtinên me yên rasterast bi şêniyên Efrînê re û guhdarîkirina daxwazên wan sedema sereke bû ji bo lezandina van gavan û derbaskirina astengiyan.
Em piştrast dikin ku koma yekem, ku ji 400 malbatan pêk tê, dê roja duşemê, 9ê adara 2026an, bi rê bikeve. Koçber dê saet 10.00 sibehê li çerxerêya Panorama li bajarê Hesekê kom bibin.
Ev gav dê bibe bingeha ewlehî û aramiya Sûriyeyê. Bi vê gavê em piştrast dikin ku serdema koçberiyê divê bi vegera bi rûmet û ewle ya xelkê herêmê bo malên xwe bi dawî bibe. Hewldanên me heya ku hemû koçber vegerin malên xwe dê berdewam bikin.”












