Koordînasyona Navendî ya Newrozê, ji bo pîrozbahiyên Newroza îsal klîba bi navê “Newroza Serfiraziyê ku her pênc zaravayên Kurdî di nav xwe de dihewîne amade kir.
Newroza 2026an bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê lidarxistin. Stran û klîba Newroza îsal jî hate amadekirin. Gotinên stranê ji aliyê nivîskar Heval Dilbihar ve hat nivîsandin. Taybetmendiya herî mezin a vê berhemê ew e ku bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî, Soranî, Kelhûrî û Hewramî yên Kurdî bangî dilê her Kurdekî dike. Stran balê dikşîne ser agirê azadiyê, yekîtiya neteweyî û ruhê serfiraziyê ku bi hezaran salan e nayê vemirandin. Di klîbê de stranbêjên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ve distrên.
Gotinên Strana ‘Newroza Serfiraziyê’ bi vî rengî ye:
NEWROZA SERFIRAZIYÊ
Dest û zendên xwe badane
Agirekî sor dadane
(Ala azad’yê hildane)
Govenda xwe digerînin
Roja me hemû kurdan e
Newroz roja rizgariyê
Xeml û rewşa azadiyê
Li çar milên Kurdistanê
(Li her çar milên cîhanê)
Nîşana serfiraziyê
Newrozê tu xweş Newroz î
Tu ji bo me soz û doz î
Li ber bahoz û tofanan
(Agirê te gur û geş e)
Stargeha me ya pîroz î
Ruhê me yê neteweyî
Bi hezaran salan heyî
Heta ku yek ji me hebe
Tu her taca serê me yî
(Tu her agrê dilê me yî)
Çiya bi te serbilind in
Gund û bajar bi te rind in
Tu yî giyanê me kurdan
Em hene û dê her hebin
Newrozê tu xweş Newroz î
Tu ji bo me soz û doz î
Li ber bahoz û tofanan
(Agirê te gur û geş e)
Stargeha me ya ypîroz î
Kirmanckî (Zazakî)
Newroz ti çi weş Newroz î
Ti seba ma soz û doz î
Verba tîpî û tofonan
(Adirê to girr û xidar o)
Setara ma ya bimbarek î
Soranî
Newroz tu xoş Newroz î
Tu bo ême soz û doz î
Le ber bahoz û tofanan
(Agirit gurr û geş e)
Boman penagey pîroz î
Kelhûrî
Newrûzegem xweş Newrûz î
Ti hem peyman hemîş sûz î
Le niway her wahêllanê
(Agireged germ û gurr e)
Penagay berz û pîrûz î
Hewramî
Newroz to weş newroznî
Pey ême soz û doznî
Werû bahoz û demeyne
Killpew ayirî geşîtne
Peyma dalde û pîroznî












