• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
01 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    Tirkiye û çete vegera koçberên Serêkaniyê asteng dikin

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 1ê NÎSANA 2026an

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    PJAKê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Desteya Projeya Neteweyî banga amadekariya konferansê kir

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Bi dronan êrişî baregaha Tirk a li Bamernê hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

    Danasîna pirtûka ‘Bayê Evîna Ronyayê’ hate kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kedkar mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ li dar dixin

Navenda Nûçeyan / AW

28 MIJDAR 2024 - 10:53
Kategorî: ABORÎ, MANŞET
A A
Agirî – Endamên Platforma Şaxên KESKê yên Qers û Îdirê banga tevlibûna mitînga ku di 30ê Mijdarê de li Enqereyê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin” kirin.

Li Meclisê nîqaşên budçeya 2025an dewam dikin. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) di 30’yê Mijdarê de wê bi dirûşma “Em nikarin debara xwe bikin. Em li dijî xizaniyê banga têkoşînê dikin” li Qada Tandoganê mitîngekê li dar bixe. Endamên Platforma Şaxên KESKê yên Qers û Îdirê banga tevlibûna mitîngê kirin.

Serokê Şaxa Qersê ya Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) Hakan Topçû hemû karker vexwendin mîtînga ku dê di 30yê Mijdarê de li dar bixin û xwest tev li mitîngê bibin. Topçû, got: “Me tu carî serdemeke ku xizanî ev qas kûr bibe, nedîtibû. Em ê daxwaz bikin ku budçeya heyî bi awayekî wekhev li gel were dabeşkirin û budçe ne ji bo şer û diyanetê ji bo zanistê û kedkaran bê dayîn.”

Nûnerê Şaxa Îdirê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) Hasan Onuk jî diyar kir ku ew ê ji Îdirê beşdarî mitîngê bibin û got: “Budçeya ku diviyabû ji bo kedkaran bê bikaranîn, mixabin ji bo bazarkirin û kesîdekirinê tê bikaranîn. Em ne budçeyeke ji bo şer, em budçeyeke ji bo kedê û gel dixwazin. Heger budçeya ku ji dewlemendan re tê terxankirin ji gel re were veqetandin dê her kes rihet bibe. Lewma em ê li mitîngê bin.”

Sekreterê Hiqûqê ya Perwerdehiyê ya Egîtîm Sen a Îdirê Ayhan Alparslan diyar kir ku ew ê di mitîngê de biqîrînin ku ew nikarin debara xwe bikin û bi bîr xist ku ew di pêvajoyeke ku roj bi roj sînorê xizaniyê zêde dibe re derbas dibin. Alparslan, got: “Em hem wekî xebatkarên cemaweriyê û hem jî wekî gel nikarin debara xwe bikin. Em ji bo perwerde, tenduristî û gel budçeyekê dixwazin. Em naxwazin budçe li cihekî din bê xerckirin. Ji ber vê yekê em di wê baweriyê de ne ku gelê me jî dê beşdarî mitînga ku em ê li dar bixin bibe. Di demên dawî de di bin navê tevdîrên teserûfê de derfeta çayê ya mamosteyan jî hat desteserkirin. Ji ber vê yekê li dibistanan xebatkarên paqijiyê jî nîn in. Di mitîngê de em ê bi dengekî bilind daxwaz bikin ku hikûmet ji bo tenduristî, perwerde û gel budçeyê veqetîne.”

Etîket: Ayhan AlparslanEnqereHakan TopçûKESKMîtîng
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Di meha 18emîn de ji bo Rojîn Kabaîş daxwaza edaletê hate kirin

Di meha 18emîn de ji bo Rojîn Kabaîş daxwaza edaletê hate kirin

27 ADAR 2026
Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş xwestin Baştaş û Ayik bên berdan

Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş xwestin Baştaş û Ayik bên berdan

21 ADAR 2026
Li Amedê ji bo Rojava daxuyanî

Li Nisêbîn, Kop, Xelfetî û Misircê Newroz hate pîrozkirin

14 ADAR 2026
Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

Endamên Komîsyona Meclîsê di fitarê de hatin ba hev

10 ADAR 2026
Temellî: Divê zagon bên derxistin

Temellî: Divê zagon bên derxistin

9 ADAR 2026
Ji KESK û DÎSKê yên Sêrtê daxuyaniya 8ê Adarê

Ji KESK û DÎSKê yên Sêrtê daxuyaniya 8ê Adarê

9 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Abdullah Ocalan: Li ser çand û zimanê Kurdî polîtîkayên asîmîlasyonê didomin

    Abdullah Ocalan: Beşdarbûna Komarê divê li ser bingeha nasname û azadiyê be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji TJAyê deklarasyona 4ê Nîsanê: Heta ku Rêber Apo azad nebe aştiyeke mayînde jî pêk nayê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Devlet Bahçelî: Divê qanûnên pêwîst demildest bên amadekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo sala were Rêber Apo di nava me de be em ê têbikoşin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Toprak hate kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Êdî divê azadiya birêz Ocalan pêk were

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (6)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne