Bi pêşengiya MEBYA-DER û TUAY-DER ên Sêrtê bi boneya meha Remezanê bernameya fitarê li dar xistin.
Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Hevgirtinê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Sêrtê li Eywana Dawetê ya Kerem bi boneya meha Remezanê bernameya fitarê li dar xistin. Di bernameyê de Siyasetmedarê Kurd Veysî Aktaşê ku ji Girtîgeha Îmraliyê hatibû berdan li gel malbatan hatin cem hev. Her wiha di parlamentera Partiya Wekhevî û Demokratsiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabahata Erdogan Saritaş, hevserok, rêveber û endamûn DEM Partî û DBPê, rêveberên MEBYA-DER û TUAY-DER ên Amedê, Hevşaredarên Sêrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysi, TJA, Dayîkên Aştiyê û gelek malbat û gelek endam û rêveberên saziyên sivîl beşdarî bernameyê bûn.
Pankartên “Pêngava 27ê Sibatê ji nû ve sazkirina civaka komînal û demokratik, li ser şopa heqîqeta rêwiyên bê veger.” û “Em kom bûne û Rêber Apo azad bikin û civaka neteweya demokratik ava bikin.” hatin daliqandin. Girseya ku li eywanê amade bû ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurd e jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin û piştre dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Veysî Aktaş di bernameyê de axivî. Aktaş bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
Bername bi xwarina firatiyê bi dawî bû.














