Îzmîr – Kedkarê çapemeniya azad Osman Kiliç (Gundî) li Hollandayê koça dawî kir. Rêheval û hevpîşeyê wî rojnameger Mistefa Rêzan, Osman Kiliç wekî “akademiya ragihandinê” pênase kir û got: “Wî bi ruhekî enternasyonalîst pira heqîqetê ya di navbera Kurdistan û cîhanê de ava kir.”
Yek ji stûnên bingehîn û pêşengên ragihandina azad a Kurdistanê, kedkarê mezin Osman Kiliç, bi jiyan û berxwedana xwe ya di nava dîroka çapemeniyê de, wekî mînakekî enternasyonalîst şewq da. Osman Kiliç ê ku ji salên 90î ve di avakirina saziyên ragihandinê ên Kurdî de cîh girt, bû dengê heqîqeta ku sînoran nas nake. Tevî ku du sal bûn li ber penceşêrê têdikoşiya, heta kêliya dawî jî dest ji xebatê berneda. Keda wî ya salan a mîna rûbareke bêdeng diherikî, li bajarê Tielê yê Hollandayê gihîşt deryaya nemirinê.
Osman Kiliç, di sala 1968an de li navçeya Misircê ya Sêrtê, çavên xwe li asoyên Kurdistanê vekir. Ew zarokê malbateke Ereb bû, lê di dilê xwe de stranên azadiyê yên hemû gelan dihewand. Jiyana wî, ne tenê rêwîtiyeke ji bajarekî ber bi bajarekî din ve bû; ew rêwîtiya hişmendiyekê bû ku sînorên neteweyî diçirandin û ber bi deryaya mirovahiyê de dibir. Dema ku di salên 90î de tarîyê mîna mijekê li ser welêt girtibû, ew bû destpêka şoreşeke ragihandinê ku wê dengê gelê Kurd bigihanda dinyayê.
Jiyanek di oxira heqîqetê de
Wî bi her tîpa ku dinivîsand, bi her nûçeya ku amade dikir, pira hevaltiya gelan ava dikir. Wî fêrî me kir ku mirov dikare bi Erebî mezin bibe, bi Almanî û Îngilizî ji dinyayê fêm bike, lê bi Kurdî ji bo azadiyê têbikoşe. Osman Kiliç, ne tenê rojnamegerek bû; ew avakarê xewnên mezin, akademiya zanyariya kûr û rûyê rûken ê berxwedanê bû.
Osman Kiliç, di vê rêwîtiya ku ji Misircê dest pê kir û li Hollandayê gihîşt asoyên herî bilind, nîşanî me da ku ‘welat’ ne tenê ax e, welat ew heqîqet e ku mirov di oxira wê de kedê dide. Wî di nava jiyaneke kurt de, bi hezaran saet weşan, bi mîlyonan peyv û bi dehan saziyên çapemeniyê, bîra Kurdan a dîtbarî û nûçeyî ava kir. Îro, her sînyaleke ku ji satelaytan dadikeve ser ekranên Kurdî, her nûçeya ku li ser torên dîjîtal tê parvekirin, hinekî jî bi tiliyên wî hatine hûnandin.
Hevrê û hevpîşeyê wî rojnameger Mistefa Rêzan, li ser kesayetiya Osman Kiliç û rola wî ya dîrokî ji Ajansa Welat re axivî.

‘Heval Gundî di warê ragihandinê de wekî akademiyekê bû’
Mistefa Rêzan diyar kir ku Osman Kiliç wekî têkoşerekî ragihandina azad, ji salên 90î heta roja îroyîn di nav têkoşîna ragihandina azad de bi roleke mezin rabû ye. Mistefa Rêzan anî ziman ku Osman Kiliç di warên herî girîng ên ragihandinê de di avakirina MED TV, Medya TV, Ajansa Nûçeyan Mezopotamya (MHA), Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), ROJ TV, Ronahî TV, Çira TV û di gelek saziyên ragihandinê de cîh girtiye û got: “Osman Kiliç di warê hişmendiya ragihandinê de xwedî roleke pêşeng bû. Wî di nav ragihandina azad a Kurdistanê de bi riheke enternasyonalîst cîh girt. Bi eslê xwe Ereb bû û pêşengiya ragihandina azad a Kurdistanê dikir. Yek ji damezrînerê yekemîn televîzyona kurdî MED TVyê bû. Her dem jî bi awayeke têgihiştî analiz li ser ragihandina welêt dikir û vê jî dikir ku ragihandina me tim xwe nû bike û pêş bikeve. Ji bo me jî ev sekna wî ya têgihiştî tim cihê sûd wergirtin û serbilindiyê bû. Me hevalan jê re digot heval Gundî, heval Gundî di warê ragihandinê de wekî akademiyekê bû.”
Çavek li Kurdistanê, çavek li cîhanê
Mistefa Rêzan bal kişand ser wê yekê ku Osman Kiliç çawa pêwendiya di navbera Kurdistan û cîhanê de ava dikir û diyar kir ku zanîna wî ya zimanên biyanî û kûrahiya wî ya ramanî bûbû pira heqîqetê û got: “Wî bi taybetî di servîsên kurdî yên ragihandinê de cîh digirt. Wî ji ber zanîna xwe ya baş a Tirkî, Îngilizî, Holendî û Almanî rojeva Dinyayê bi perspektîfeke azad dişopand û dixist xizmeta ragihandina azad a Kurdistanê. Ji hêla zanîna di warê rojnamegeriya kurdî de wekî akademiyekê bû. Kesên ku pê re dixebitîn perspektîfa Tevgera Azadiya Kurdistanê û gêrekirina wê ya li Ragihandina Azad a Kurdistanê de gelekî bi pêş diketin.”

Pira navbera teorî û pratîkê
Mistefa Rêzan da zanîn ku tevî ku Osman Kiliç di salên xwe yên dawî de bi nexweşiyên giran re rû bi rû mabû jî, tu carî dest ji xebat û morala şoreşgerî berneda û wiha got: “Osman Kiliç tim nîşa me kir ku em ê çawa têkoşîna Ragihandina Azad a Kurdistanê bibin serî. Çiqasî zehmetî, êş û nexweşiyên wî hebûn jî li ser rûyê wî ev xûya nedikirin, tim bi awayeke rûken, moral dida derdora xwe. Wî di navbera teorî û pratîkê de pireke baş ava kiribû. Hem baş dixwend hem jî tiştê ku dixwend baş bi derdora xwe re parve dikir.”
‘Gotin têra qalkirina jiyan û keda heval Gundî nakin’
Mistefa Rêzan di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wekî hevalekî Osman Kiliç li ber têkoşîna wî bejna xwe ditewîne û wê ti carî ew pênûsa ku hevalê wî hilgirtî li erdê nahêle û wiha axivî: “Em çiqas qala heval Gundî bikin jî dê gotin têra me nekin. Ew di warê ragihandinê de kesayeteke ji dil jî xwedî rol û mîsyoneke girîng bû. Bi hemû hêza xwe, çi dest wî bihata texsîr nedikir. Wî li dijî şerê taybet a ragihandina dagirkeran, bi ragihandina azad re; bi ramanên xwe, bi ronakbîriya xwe û hişmendiya xwe têkoşîneke bêhempa raber kir.
Osman Kiliç ango Heval Gundî ne tenê şahidiya dîroka çapemeniya kurdî kir, wî bi xwe ew dîrok nivîsand. Tevî ku penceşêrê bedena wî her ku diçû diwestand jî, wî tu carî dest ji pênûsê berneda û bere xwe nûçeyan ne da alî. Heta bêhna xwe ya dawî, li klînîka Tielê ya Hollandayê, dilê wî ji bo her geşedaneke li Kurdistan û cîhanê lêda. Wî nîşanî me da ku nûçegihanî ne tenê pîşeyek e, lê sekn û vîneke ku li dijî her cure tarîtiyê ronahiyê diparêze. Çapemeniya azad stûneke xwe ya pola winda kir, lê akademiya ku Osman Kiliç ava kiriye, dê her tim nûçegihanên heqîqetê mezin bike.”













