Li navçeya Çelê ji ber barîna barana zêde ketine aşûtan zêde bû. Kêliyên ketina aşûtan ji hêla welatiyan ve hate kişandin.
Nixteya meha Adarê bandora xwe li tevahiya Kurdistanê nîşan da. Di encama barîna zêde ya baranê de li hind bajarên Kurdistanê aşût ketin. Di encama aşûtan de rê hatin girtin û cih bi cih welatî tengezar bûn. Li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî ji ber barîna zêde ya baranê aşût ket. Kêliyên aşûtê ji hêla welatiyan ve hate qeyd kirin. Hate zanîn ku ji ber aşûtê windahiyek canî û xisarek madî pêk nehatiye.













