• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstayonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstayonê

    Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Ciwanê birîndar hîn jî di bin çavan de tê girtin

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstayonê

    Gelê Amedê bi girseyî diherike Qada Îstayonê

    Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Erziromê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Êdî divê birêz Ocalan azad bibe

Erzirom / AW

17 ADAR 2026 - 13:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Piştî 12 salan li navenda Erziromê Newroz hat pîrozkirin û di pîrozbahiya Newrozê de pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hat silavkirin. Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş di pîrozbahiyê de axivî û destnîşan kir ku divê êdî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.

Li Erziromê piştî 12 salan pîrozbahiya “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” ya 2026an bi coşeke mezin hat lidarxistin. Welatiyên Erziromê bi cil û bergên Kurdî qada Newrozê ya Otogara Kevn tije kirin û li ber stranan govend gerandin. Di pîrozbahiyê de Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş û Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar weke axêver cih girtin. Pîrozbahî ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê ciwanan bi hev re dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” berz kir.

Di pîrozbahiyê de ewilî Komîteya Amadekar a Newrozê derket ser dikê gel silav kir. Dû re hevserokê DBPê yê Erziromê Ramazan Karakaş bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û diyar kir ku ew dê ji bo aştiyeke birûmet bixebitin. Hevserokê DEM Partiyê yê Erziromê Bariş Kemaloglû jî Newroza gelê Kurd pîroz kir.

‘Kongreya Erziromê li Enqereyê hat redkirin’

Piştre parlamenter Zulkuf Ûçar derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Zulkuf Ûçar siyasetmedarê Kurd Salih Muslim jî bi bîr anî û got: “Muslim têkoşîneke bêdawî meşand. Gelê Kurd wî tu carî ji bîr nake. Ev ax şahidî ji berxwedana Şêx Seîd, Tevgera Azadî û Xalid Begê Cibrî re kiriye. Silav li wan be. Sed sal berê li vî bajarî kongreyek hat lidarxistin û ev kongre ji bo mafên Kurd û Tirkan bû. Lê li Enqereyê ev kongre hat înkarkirin û hebûna gelê Kurd jî hat redkirin. Bingehê hemû pirsgirêkên îro, înkarkirina vê kongreyê bû. Niha şansekî din heye. Pêvajoya ku niha birêz Abdullah Ocalan serkêşiya wê dike, ji bo mafên her kesî ye. Divê desthilatdarî nekeve wê şaşitiya ku Kongreya Erziromê tune dihesibîne. Êdî divê her kes bibe xwedî mafên xwe.

Banga yekitiyê li siyaseta Kurd kir

Zulkuf Ûçar da zanîn ku Erziromê bi klam û dengbêjên xwe, çand û zimanê xwe parastiye û wiha pê de çû: “Êdî di pêşiya me de qonaxa dawî ya Aştî û Civaka Demokratîk maye û em di qonaxeke wusa de ne ku dê statûya gelê Kurd bê naskirin. Çavê tevahiya cîhanê li ser gelê Kurd e û lewma divê em yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Em dibêjin entegrasyona demokratîk, di heman demê de divê em li her çar parçeyan siyaseteke hevpar jî biafirînin. Em bang li hemû siyaseta Kurd dikin; werin em siyasetek bibe yek û azadiya xwe pêk bînin. Gelê Kurd dê xwedî li neteweya demokratîk derkeve û wê hêza yekgirtî ya ku li Rojava û Rojhilat derketiye holê biparêze. Çi dikin bila bikin, nikarin me ji hev veqetînin; Kurd û Kurdistan yek e. Rêzefîlma me ya pêşîn, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyên siyasî ye. Têkoşîna ku em sed sal in dimeşînin dê bigihîje armanca xwe û em ê bibin xwedî mafên xwe. Her wiha, em Komkujiya Helebceyê jî lenet dikin.”

‘Ji Kobanê silav hene ji bo Bakur’

Hevberdevka HDKê û Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş jî Salih Muslîm bi bîr anî û bal kişand ser pîrozkirina Newrozê ya piştî 12 salan a li Erziromê û got: “Min ji Kobanê ji bo we silav anîn. Li her derê agirê Newrozê pêdikeve û ev Newroz gelek girîng û watedar e. Gelê Kurd di Newrozê de daxwaza mafên xwe dike û li piştî banga 27ê sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in. Gelê Kurd li her derê dengê xwe bilind dike. Li Erziromê polîtîkayeke taybet heye û bi dehan salan e cudakarî û yekperestiyek berdewam dike. Cudahiya Erziromê ji Amed, Wan û Colemêrgê nîn e, lê li vir Kurd her tim hatin redkirin û rastî asîmîlasyonê hatin. Di Kongreya Erziromê de li ser destûreke bingehîn a pir azadîxwaz lihevhatin çêbibû, lê belê ev destûr hat redkirin.”

‘Divê Ocalan bigihîje azadiya xwe’

Meral Daniş Beştaşê diyar kir ku guh nedin wan kesên ku dibêjin “Li Erziromê Kurd nîn in, Komkujiya Helebceyê nayê bibîranîn” û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Em her hebûn û em ê her hebin. Birêz Ocalan banga aştî û civaka demokratîk kir û got ku em dikarin ne bi çekê, bi diyalogê li hev bikin. Em jî li pişt wî ne û em di serdemeke wusa de ne ku êdî divê em ji şer û çekan re bibêjin ‘na’. Em li dijî nijadperestiyê ne, em alîgirê azadiya zimanan û olan in. Em azadiya jinê diparêzin. Deriyê partiya me ji her kesî re vekirî ye û niha tam dema meşîna ber bi armancên mezin ve ye. Çavê hemû hevalên me yên di girtîgehan de li ser me ye. Em ê bi têkoşînê hemû hevalên xwe ji wan girtîgehan derxin. Di meşandina vê pêvajoyê de divê birêz Ocalan ê ku aktorê bingehîn ê siyasî û muxatab e, êdî azad bibe. Pêvajo êdî nabe ku di nav demê de bê belavkirin, divê gavên pêwîst bên avêtin. Gelê me li benda gavên berbiçav e.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û stranbêj derketin ser dikê û strîn. Gel li ber stranan govend gerand û Newroz pîroz kir.

Etîket: ErziromMeral Daniş BeştaşNewrozNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
‘Em di têkoşîna li dijî tiryakê de bi biryar in’

Bîranîna Bûldan, Yildirim û Karay: Têkoşînek bi rûmet hiştin

3 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

Înîsiyatifa Yekîtiya Demokratîk li Erziromê civînek li dar xist

1 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    Rika li ber bayê zordariyê nehatiye çemandin: Kadîr Înanir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Botanî bi dîlana azadiyê ber bi Amedê ve ketin rê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Ji bo ziman divê rêveberiyên xwecihî pêşengiyê bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji bo wefata Kadîr Înanir peyama sersaxiyê şand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin ZINDÎ

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konfenransa Ziman: Divê zarok ji zimanê xwe dûr nekeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Stenbolê êrişa polîsan: 2 ciwan birîndar bûn û 6 ciwan hatin binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitînga Wanê ya bi heybet bi dawî bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (785)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne