Şîna şervanên YPGê Reman Soro û Şerzan Sason ên ku di êrişên HTŞ, DAIŞ û hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava de jiyana xwe ji dest dan, li Êlihê bi girseyî hat ziyaretkirin.
Ji bo Reman Soro (Abdullah Dadak) ê ku di 20ê Çileyê de di êrişa li ser bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabû, li taxa Bayindirlikê ya navenda Êlihê şîn hate danîn. Bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) şîn bi girseyî hate iyaretkirin.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Êlihê Semra Guneş li wir axivî û diyar kir ku xeyala kesên jiyana xwe ji dest dane ew bû ku bi têkoşîna xwe pêşerojekê azad li pey xwe bihêlin û ev tişt got: “Em ê heqîqeta wan her wext bidin jiyîn. Ji ber vê yekê berpirsiyariyekê mezin dikeve ser milê me. Em soz didin wan, ev gel dê wan rojên azad ên ku wan hesreta wê dikşand, teqez bibîne.”
Piştî vê serdanê, şîna Şerzan Sason (Îsmet Atalay) ê ku di 18ê Çileyê de di êrişa li ser herêma Eyn Îsayê ya Rojava de jiyana xwe ji dest dabû, li navçeya Qabilcewsê bi girseyî hate ziyaretkirin. Li vir Dayika Aştiyê Nuran Seçkîn axivî û got: “Em ê heta dawiya temenê xwe li mîrasa ku zarokên me yên şehîd ji bo me hiştine, xwedî derkevin.”













