* Welatiyên beşdarî 2yemîn kongreya rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Sûrê ya Amedê bûn diyar kirin ku daxwaza gelê kurd her tim aştiye û gotin: “Gelê Kurd jidil destê xwe dirêj dike. Lê dewlet hê jî gav neaviye. Li şûna gavan biavêje, qeyûman tayîn dike û êrişî gelê Rojava dike.”
* Şandeya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hefteyek e xebatên xwe yên li Brîtanyayê û welatên Ewropayê didomîne. Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî yê MSDê Hesen Muhammed Elî anî ziman ku ew ji bo siberoja Sûriyeyê û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tînin ziman û got: “Bi piranî hevdîtin erênî pêş dikevin û nerazîbûna li dijî Tirkiyeyê heye.”
* Welatiyên tev li çalakiya nobede ya li dijî êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bûn bertek nîşanî êrişan û kuştina welatiyên sivîl dan û gotin: “Bi êrişa li dijî Rojava aştî pêk nayê. Ji bo aştî pêk bê divê êrişên li ser Rojava rawestin.”
* Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Bi canê xwe diparêzin” derket pêşberî xwînerên xwe.
* Heyeta Îmraliyê ku ji parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureya Onder û siyasetmedar Ahmet Turk pêk tê, ji bo biçin Îmraliyê dê îro serî li Wezareta Dadê bidin.
* Meclisa Jinan a DEM Partiyê û Meclisa Jinan a HDKê ji bo piştgiriyê bidin kampanya “Ji bo aştiyê milyonek îmze” dê li avahiya HDKê daxuyaniyê bidin çapemeniyê (12,00)
* Danişîna doza kuştina Ahmet Gun ê HDPî dê li dadgeha Şirnexê bê lidarxistin. (13.30)