Newroza Amedê dê bi dirûşma “Newroza Azadiyê û Yekîtiya Demokratîk” sibê li Qada Newrozê bê pîrozkirin. Hate ragihandin ku dê nêzî 400 xebatkarên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî Newrozê bişopînin û gelek kes dê ji derveyî welat beşdarî Newrozê bibin.
Bernameya pîrozbahiya Newrozê ya Amedê ku dê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” were lidarxistin, diyar bû. Newroz dê sibê saet di 10.00an de li Qada Newrozê bê lidarxistin. Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê ragihand ku nêzî 400 xebatkarên çapemeniyê yê neteweyî û navneteweyî ji bo Newrozê bişopînin serlêdan kirine.
Gelek kes dê ji derveyî welat beşdarî Newrozê bin
Her wiha ji bilî nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên saziyên sivîl ên civakî, sendîka, rêxistinên ked û pîşeyan, saziyên Elewî û rêxistinên jinan ji welatên wekî Fransa, Almanya, Siwêd, Katalonya, Misir, Hindistan, Herêma Kurdistana Federe û berpirsên payebilind ên partiyan jî di nav de gelek kes dê weke mêvan beşdarî Newrozê bibin. Di beşa protokolê de ku tê payîn ku hejmar dê bi sînor be, berovajiyê salên berê, tenê kesên hatine vexwendin û mêvanên ji bajar û derveyî welat dê beşdar bibin. Tê payîn ku ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî gelek kes dê ji bo Newrozê werin Amedê.
Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo ewlehiyê 600 kes peywîrdarkirine û wê di her deriyên ketina qada Newrozê de parlamenter, endamên Meclisa DEM Partiyê û parêzer amade bibin.
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bê xwendin
Di pîrozbahiya Newrozê de ku dê saet di 10.00an de dest pê bike Hevserokê DEM Partiyê yê Giştî Tûncer Bakirhan, aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata, siyasetmedar Leyla Zana, Çetîn Arkaş dê biaxivin. Dê peyama girtiyên siyasî, Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan (YNK) Bafil Talabanî û peyama Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî bê xwendin. Her wiha tê payîn ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Kurdî û Tirkî bê xwendin.
Li aliyê din Endamê Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê Sirri Sureya Onder dê bi kurte sînevîzyonekê bê bibîranîn. Her wiha Koma Agirê Jiyan, Zinar Sozdar, Alend Hazim, Dîlan Top û Erkan Top û koma govendê dê derkevin ser dîkê.












