Amed – Lijneya Rêveberiyên Heremî a Jinan beri konferansa ku 6-7ê Hezîranê civiyan. Hevşaradara Peyasê Gulşen Sincar di civînê de axivî û got: “Em ê pi perspektîfa azadiya jinê rêveberiyên heremî mezin bikin.”
Lijneya Rêveberiyên Heremî a Jinan dê di 6-7ê Hezîranê têkildarî rêveberiyên herêmî konferasekê li dar bixin. Jin beriya beriya konferansê li dar bixin bi dirûşmeya ‘Em bi vîna jinê dibin komûn, bi rêveriyên heremî civaka azad dihûnin’ li Çand Amedê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê civiyan. Hevşaredarên jin û gelek jinên di rêveberiyên xwecihî yên di şaredariyên navend û navçeyên Amedê de cih digirin tevlî civînê bûn. Civîn bi deqeyeke rêzgirtin ji bo cangoriyên aştî û azadiyê dest pê kir.
‘Kêmasiyên xwe bibînin xwe bi hevre bihêz bikin’
Di destpêka civînê de hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar axivî. Bêrîvan Gulşen Sîncar di axaftina xwe de qala armanca civînê kir û got: “Nêzî du mehane ku em amadekariyên konferansê dikin. Armanca me ne tenê hesabê du salên ku li pey xwe hiştiye bikin. Xebatên me bingeha xwe ji azadiya jinê, wekhevî û demokratîkbûnê digire. Li gel vê em ê civakê bi hev re binirxînin. Ji ber wê em ê çavderî, rexne û pêşniyarên we guhdar bikin û vi awayî kêmasiyên xwe bibînin xwe bi hevre bihêz bikin.”
‘Qeyiman qadê jinan gasp kir’
Bêrîvan Gulşen Sîncar di axaftina xwe de diyar kir ku polîtîkayên qeyyuman destkeftiyê jina hedef girtin û wiha axivî: “Bi salan e em polîtikayên qeyiman re rû bi rû ne lê gelê me xwedî vina xwe derket û sala 2024an de hişmediya rêveberiyên heremî yên demokratîk derxist holê. Weki ku dizanin qeyim ne tenê şaredarî hedef girtin bi wî re pergala me ya hevşaredariyê jî hedef girt. Qadê jinan gasp kir, bu sedema girtina bi dehan hevalên me yên jin. Lê dîsa jî jinan dev ji tekoşîna xwe bernedan.”
‘Rê rê û rêbazên hevpar derxînin’
Bêrîvan Gulşen Sîncar da zanîn ku di konferansê de xebatên ku ji bo jinan hatine maşandin dê werin nirxandin û wiha got: “Du salan de ji bo jinan gelek xebat hatin meşandin. Taybetî jî xebatên ku bi perspektîfa ‘Em ê tundiyê bidin rawestandin’ hatin meşandin, tekoşîna jinan bi hev re mezin kir. Lê ewqas xebat tên meşandin pêwîst e ku em pirsa ‘Gelo ev xebatan têra jinên bajêr dikin, pirsgirêkan çareser dikin’were pirsîn. Ji ber ku ne tenê zextên ku ji derve tên, di heman demê de di nav civak û saziyan de jî hiimendiya mêrperest heye, em bi van re jî têdikoşin Ji ber wî ev konferans ji bo me pir girîng e. Ne tenê nirxandin bên kirin, herwiha ji bo pêşerojê jî em ê rê û rêbazên hevpar diyar bikin.”
‘Tekoşînê bi hev re mezin bikin’
Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvan Gulşen Sîncar destnîşan kir ew ê bi piştgiriyê xeta tekoşînê bihunin û wiha pê de çû: “Me di vê pêvajoyê de li bajaran xebatên xwe meşand, civînên xwe li dar xistin û bi perspektîfa jinê hevdîtin kirin. Niha jî em ê tecrûbeyên xwe bi hev re parve bikin û di demên pêşiya me de rêbazên tekoşînê bi hev re mezin bikin.”
Piştî axaftina Bêrîvan Gulşen Sîncar civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.















