Bi beşdariya hezaran kesan li gundê Enzê yê Binarê Qendîlê, di rêze çalakiyên şeva Newrozê de, Ciwanên Welatparêz û Jinên Têkoşer bi meşaleyan koreografiya nexşeya Kurdistanê çêkirin.
Bi beşdariya hezaran kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê, li gundê Enzê yê li Herêmên Parastina Medyayê, di rêze çalakiyên Newroza sala 2026 a Kurdî de, Ciwanên Welatparêz û Jinên Şoreşger bi meşaleyên agir koreografiya nexşeya Kurdistana mezin çêkirin.
Piştî çêkirina koreografiya nexşeya Kurdistanê, pîrozbahiyên şeva Newrozê destpê kirin. Nîştecihên deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê û deverên din yên Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Biryare sibe piştî nîvro pîrozbahiya mezin ya Cejna Newroza Binarê Qendîlê bi were lidarxistin.













