• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
09 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

    Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

    Demhatê biçûk berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

    Demhatê biçûk berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

    Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

    Demhatê biçûk berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

    Demhatê biçûk berî vegere Efrînê jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    232 dîlgirtiyên din hatin berdan

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Berdana Nedîme Yaklav a 34 sal in girtî ye, cara 7an hat taloqkirin

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

    Dayikên Aştiyê bi Tuncer Bakirhan re hevdîtin pêkanîn

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê: Heta ku aştî pêk neyê wateya cejnan jî nîn e

21 ADAR 2026 - 12:55
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1095emîn de li aqûbeta Hasan Ocak ê ku di 21ê Adara 1995an de hatibû binçavkirin û kuştin pirsîn. Dayikên Şemiyê gotin heta ku aştî pêk neyê dê tu wateya cejnan jî ji bo wan tune be.

Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza “Winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1095emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.

Dayikên Şemiyê vê hefteyê serpêhatiya Hasan Ocak ê ku berî 31 salan di 21ê Adara 1995an de hatibû binçavkirin û kuştin vegotin.

Metna daxuyaniyê ji aliyê Mirova Şemiyê Turkan Ocak ve hate xwendin.

‘Çîroka wan nîvco maye’

Turkan Ocak anî ziman ku îro cejn e lê ew ji xizmên xwe dûr in û wiha got: “Kesên ku xizmên xwe winda kirine dema cejn tê em xemgîn dibin. Ji ber ku çîroka wan nîvço maye. Cejn ne tenê keyfxweşiyê bîranîn e jî. Em dibêjin ku ev cejn bibe wesîleya aştî azadiyê. Em dizanin ku aştî nebê cejn jî nabê.”

Turkan Ocak destnîşan kir ku ew di hefteya 1095an de Hasan Ocak dipirsin û got: “Dayika Şemiyê Emîne Ocak kesê ku çalakiya Dayikên Şemiyê dabû dest pê kirin e. Îro em bê dayika Emîne li aqûbeta Hasan Ocak dipirsin. Îro 31emîn salvegera windakirina Hasan Ocak e. Hasan Ocak di sala 21ê Adara 1995an de dema ji kar derket dayika xwe geriya û got ‘ez ê masî bînim ji bo şîvê.’ Lê belê Hasan Ocak wê şevê venegeriya malê. Malbata Ocak li aqûbeta Hasan pirsî. Lê berpirsiyar gotin ‘em aqûbeta Hasan Ocak nizanin.’ Piştî zextên raya giştî Wezîrê Karên Navxweyî Nahît Menteşe, Valiya Stenbolê Hayrî Kozakçioglu û Gerînendetiye Emnîyetê Mehmet Agar yên wê demê daxuyanî dan û gotin ‘Hasan Ocak ne di binçavan de ye’. Lê belê şahidan gotin Hasan dema birin qerokolê wan Hasan dîtine.”

‘Hasan Ocak di binçavan de bi îşkenceyê hatiye kuştin’

Di dawiyê de Turkan Ocak bi bîr xist ku lêgerîna Malbata Ocak 58 roj berdewam kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî 58 rojan bedena Hasan Ocak ê ku îşkence lê hatîkirin Goristana Bêkesan ya Altinşehîrê hate dîtin. Paşê Wezîrê Berpirsiyarê Mafê Mirovan Algan Hacaoglu neçar ma û eşkere kir ku ‘Hasan Ocak di binçavan de bi îşkenceyê hatiye kuştin’. Lê tevahî wan edalet bi cih nehat. Malbat serî DMME da, di sala 2004an de DMME Tirkiyeyê mehkûm kir. Lê kiryar nehatin dîtin. Çend sal derbas bibe bila bibe em ê aqûbeta kesên winda bipirsin.”

Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.

Etîket: Mirov-Dayikên Şemiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

Dayikên Şemiyê: Heqîqetê derxin holê

9 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

Dayikên Şemiyê xwestin kujerên Mehmet Şerîf Avşar werin darizandin

2 GULAN 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta rewşenbîrên Ermen ên winda pirsîn

25 NÎSAN 2026
‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

‘Ev 34 sal in em dipirsin: Nezîr Acar li ku ye?’

11 NÎSAN 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Erîştî pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Yusuf Erîştî pirsîn

14 ADAR 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    Enstîtuya Kurdî ya Amedê ferhengeke nû ya Kirmanckî weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di arşîva Werner Finke de jiyana Kurdan a berê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 9ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê amadekariya 15ê Gulanê: Daxwaz statuya zimanê Kurdî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Zana Farqînî: Zimanê ku derbasî zarokan nebe, li ber mirinê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Dayikên Aştiyê li gel AKPê civiya: Ev Laçika Spî bila bibe wesîleya aştiyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Gundê Êlê 30 sal in qedexe ye: Em dixwazin qedexeya li ser gund bê rakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî êrişên zayendî meş: Faîl û kujeran neparêzin bila zarok bên parastin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li wezaretê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (215)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne