Leyla Guven a ji pîrozbahiyên Newroza Konyayê re peyam şandiye wiha got: “Ez mizgîniyê ji niha ve didim we ku, em ê sala bê li ser sûrên Amedê bi Serok Apo re û bi gerandina govenda mezin, pîroz bikin.
Li navçeya Kulu ya Konyayê bi coşeke mezin Newroa “Azadî û Yekitiya Demokratîk” hate pîrozkirin. Gelek partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û welatî tev l pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyan de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
‘Dê li welat azadî û aştî bi têkoşîna birûmet a Kurdan pêk were’
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar diyar kir ku bi banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêvajoya pevçûnê bi dawî bû û wiha got: “Ji povajoya aştiyê bi silametî bidome divê muzakere di şertên azad de werin kirin. Divê di serî de Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî werin berdan. Dê li vî welatî azadî, edaletê, aştiyê, demokrasiyê û têkoşîna birûmet a Kurdan pêk were.
Banga 27ê Sibatê gelên Tirkiyeyê ji tofanê rizgar kir’
Piştî axaftinan peyama Leyla Guvenê ya ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê şandiye ji hêla Elîf Doganê ve hate xwendin. Leyla Guven di peyama xwe de ev tişt gotin: “Ex ji niha ve mîzgîniyê didim ku em ê sala bê Newrozê li ser sûrên Amedê bi hev re bi gerandina govenda mezin pîroz bikin. Rêberê Gelê Kurd di 27ê Sibata 2025an de bangeke ku dikare dîrokê biguherîne kir. Plansaziyên hêzên hegemon di destê wan de man. Rêberê Gelê Kurd bi banga xwe ve gelên li Tirkiyeyê ji tofenekê rizgar kir.
Pîrozbahî bi gerandina govendan bi dawî bû.













