Jinên Botanî berî ku pîrozbahiyên Newroza Şirnexê dest pê bikin, li qadê bi strîna stranan govend gerandin.
Îro li navenda Şirnexê dê bi dirûşma “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” pîrozbahiya Newrozê bê lidarxistin. Jinên Botanî bi cil û bergên xwe yên neteweyî ketin li qadê pîrozbahiyan a li Taxa Bahçelîevler û bi strîna stranên Kurdî dest bi gerandina govendan kirin.
Pîrozbahî hêj dest pê nekirine. Qad, bi flamayên “Newroz pîroz be” û dirûşmên ji bo Newrozê hatine amadekirin û alên kesk, sor û zer hatiye xemilandin.
Hevseroka Giştî DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir dê tev li pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Şirnexê bibin.












