* Hevalê Bavê Teyar şanoger Hejar Remo bal kişand ser dilnizimiya Bavê Teyar û anî ziman ku Bavê Teyar mirovekî pir dilnizim, welatparêz, di kar û xebatên xwe de serkeftî bû û got: “Ji bo berxwedana herêma Tişrînê bû pêşengek, ket pêşiya gel û fedakariyek mezin kir û mohra xwe li berxwedana Bendava Tişrînê da.”
* Derhêner Metîn Ewr û Şanoger Omer Şahîn ên kuştina Bavê Teyar şermezar kirin, wiha gotin: “Cûma Xelîl nîşanda ku hunermend divê çawa pêşengiyê bike. Em jî dê îro bikevin ser şopa Cûma Xelîl û divê her yek ji me bibe Cûma Xelîlek.”
* Li 26 bajarên Ewropayê dê ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan meşên dirêj li dar bixin. Girse dê li bajarê Strasbourgê bigihîjin hev. Hevserokê KCDK-E Murat Ceylan têkildarî meşê axivî û wiha got: “Ji ber ku Rêber Apo 26 sal in dîl hatiye girtin, bi minasebeta 26 salên girtî dê li 26 bajaran û 26 rojan bidome.”
* Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz têkildarî peyama ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi rêya şandeyê parve kir got: “Li aliyekî hêviya çareseriya pirsgirêka Kurd heye, lê li aliyê din dewlet êrişî Rojava dike û sivîlan dikujin û qeyûm tayin dikin. 40 sal in li Kurdistanê mafên mirovan binpê dikin.”
* Meşa dirêj a di çarçoveya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li Strasbourgê dest pê dike.
* DEM Partiya Wanê dê ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava, li ber deriyê avahiya xwe daxuyaniyê bide. (13.30)