Li Stenbolê di serdegirtinên malan de gelek endamên ESP, SKM, SGDF û BEKSAVê hatin binçavkirin.
Polîsan îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ya di sala 2024an de hatiye destpêkirin, bi ser malên endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Meclisa Jinên Sosyalîste (SKM) û Weqfa Lêkolînên Zanist Perwerde Estetîk Çand Hunerê (BEKSAV) de girtin.
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevseroka Giştî ya ESPê Denîz Aktaş, endamê Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a ESPê Okan Danaci, Berdevka Giştî ya SKMê Tanya Kara, endama Meclisa Giştî ya SKMê Senem Nûr Pektaş, Hevseroka SGDFê Berfîn Polat, sendîkavan Melîha Kayaci û Serpîl Topal, nûçegihana ETHAyê Zuleyha Muldur, endamên ESPê Ezgî Gurbuz, Emrah Topaloglû, Cafer Erozsoy, Hevseroka ESPê ya Sultangaziyê Gamze Toprak, Sezgîn Zevkîbol, Leyla Can, Sîmay Ada Kart, Erol Tunç, Eylul Ozturk, Îbrahîm Akbay, Berkan Devecî û Beyza Nûr Samanci.
Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHD) têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir. EHDê da zanîn ku ji bo gelek miwekîlên wan biryara lêgerînê hatiye derxistin. EHDê diyar kir ku ji bo dosyaya lêpirsînê biryara nepeniyê hatiye dayin û hevdîtina parêzeran a bi binçavkiriyan re heta 24 saetan hatiye qedexekirin.