• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    Li Siwêdayê pevçûn

    Li Siwêdayê pevçûn

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

    Parêzerê doza Gulistan Doku giliyê 108 wezîfedarên emniyetê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji ber strana kurdî cezayên mezin li tîma Manîsayê hat birîn 

Manîsa / AW

26 ADAR 2026 - 19:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di maça Koma 8emîn a Lîga Amator a Herêmî de, ji ber strana “şer şer e” ya Hozan Şemdîn, Manîsa 1965 Nurlupinar Gençlergucu Spor têkçûyî hat hesibandin, 6 puanên wê hatin jêbirin û 5 maçan cezayê lîstina bêtemaşevan hate dayîn. 

Di maça 15ê Sibatê de ku di navbera Manîsa 1965 Nurlupinar Gençlergucu Spor û Manîsasporê de hatibû lîstin, tîma malxwê di stadyumê de stranek lê dabû. Lijneya Dîsîplînê ya Futbolê ya Amator a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (AFDK), ji ber vê stranê li gorî benda 42yemîn a Talîmata Dîsîplînê ya Futbolê ceza birî. Maça ku li Stada Mumin Ozkasap hatibû lîstin û tîma malxwê Manîsa 1965 Nurlupinar Genclergucu Spor 1-0 qezenc kiribû, niha 3-0 wekî têkçûbe hat qebûlkirin.

Piştî cezayê ji rêza yekemîn ket rêza 5emîn

Nurlupinar Gençlergucu Spor beriya vê biryarê bi 47 puanan yekemîn bû. Lê bi vê biryarê re 3 puan ji maça Manîsasporê winda kir û 3 puanên din jî wekî ceza ji puanên wê yên heyî hatin jêbirin. Bi vî awayî tîm bi giştî 6 puan winda kir û daket 41 puanan û di lîgê de ket rêza 5emîn.

Di lêkolînan de hat diyarkirin ku li stadê strana Hozan Şemdîn a bi navê “Şer şer e” beriya maçê li stadê hatiye lêdan û ji ber vê stranê li gorî benda 42yan:

*Klûb 3-0 hukmen têkçûyî hat ragihandin.

*3 puanên klûbê hatin jêbirin.

*Li maçên fermî cezayê lîstina bêtemaşevan hat birîn.

Ceza li rêvebiran jî hat birîn

Di çarçoveya talîmatên dîsîplînê de, rêveberên klûbê jî bê ceza neman. Azîz Uzbaş, Umut Ordek, Semîh Muhammet Ertetîk, Nesîp Şik, Mehmet Salih Pektaş û Ahmet Taşdemîr her yek 90 roj cezayê “mehrûmiyeta ji mafan” girtin. Her wiha ji bo her rêveberekî 15 hezar TL cezayê pereyan jî hat birîn. 

Daxuyaniya tîmê

Rêveberiya Nurlupinarsporê piştî vê biryarê daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya tîmê bi vî rengî ye: “Wekî Klûba Nurlupinar Sporê, em di Lîga Amator a Herêmî de bi xwêdana eniya xwe lîder bûn û ber bi şampiyoniyê ve diçûn. Lê mixabin, em dibînin ku hin derdorên ku li sehayê nikarin pêşiyê li me bigirin, bi lîstikên li ser maseyan hewl didin me asteng bikin. Ev jêbirina puanan a neheq û li dijî hiqûqê, ne tenê li klûba me, zirarê dide edalet û ruhê ‘fair-play’ a futbola Tirkiyeyê jî. Me wekî Nurlupinar Spor, her tim qezenckirina li sehayê ji xwe re wekî bingeh dîtiye. Em ê nehêlin ev serkeftina ku bi ked û baweriyê hatî bidestxistin were qirêj kirin. Em ê hemû mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînin. Em ji alîgir û civata xwe dixwazin ku bi yekîtiyê piştgiriya tîma xwe bikin. Edalet çi zû çi jî dereng dê cih were.”

Etîket: cezaManîsa 1965 Nurlupinar Gençlergucu Sporstran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

30 HEZÎRAN 2026
Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

28 HEZÎRAN 2026
Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

Cezaya li Ayşe Gokkan hatî birîn li Îzmirê hat şermezarkirin

26 HEZÎRAN 2026
DAKAPê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir

DAKAPê cezayê li Ayşe Gokkan hatiye birîn şermezar kir

20 HEZÎRAN 2026
24 sal û 9 meh ceza li tecawizkar hat birîn

24 sal û 9 meh ceza li tecawizkar hat birîn

17 HEZÎRAN 2026
Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (813)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne