TUAY-DERa Amedê têkildarî kesên piştî Newrozê li gelek bajaran hatin binçavkirin li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku operasyonên binçavkirinê zirarê didin pêvajoya heyî û hate xwestin ku kesên hatine binçavkirin û girtin demildest bên berdan.
Piştî Newrozê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi hincetên rakirina pankartan , lixwekirina cil û bergan , flamayên kesk û sor û zer û wêneyên endamên PKKê yên jiyana xwe ji dest bi sedan kes hatin binçavkirin û heta niha herî kêm 27 kes hatine girtin û gelek ji wan hêj jî di bin çavan de ne. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê têkildarî van binçavkirin û girtinan li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, rêveberên OHDê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
‘Pêkanînên ne hiqûqî zirarê didin pêvajoyê’
Di daxuyaniyê de ewilî Hevserokê Şaxa OHDa Amedê Mûhîttîn Mûgûç diyar kir ku gelek kes bi awayekî bêhiqûqî hatine binçavkirin û wiha got: “Me dît ku çawa pirsên nehiqûqî hatin pirsîn û flamayên kesk, sor û zer kirin mijara sûcî. Tevî ku di Newroza Amedê de di gelek mijaran de li hev hatibûn û girtek hatibûn girtin jî sibê em bi binçavkirinan şiyar bûn. Em di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ne. Ev pêkanînên ne hiqûqî zirarê didin pêvajoyê.”
‘Mûameleya dij-însanî hatiye kirin’
Hevseroka TUAY-DERa Amedê Yeter Erel Tûma ku metna daxuyaniyê xwend, bal kişand ser wateya Newrozê û wiha got: “Newroz pîrozbahiyeke ku azadiya hemû gelên li Rojhilata Navîn îfade dike ye. Lê mixabin di vê pêvajoya biwate de coş û tevlibûna gel bi nêzîkatiyên neyînî hate lekekirin. Nîvê şevê yan di saetên serê sibê de bi ser malan de hate girtin, sedan kes hatin binçavkirin, mal hatine talankirin, tişt hatine serûbin kirin û muameleyên dij-insanî hatine kirin. Ev pêkanînên wiha îşkence ne û bi awayekî cidî zirarê dide pêvajoya aştî û civaka demokratîk.”
‘Divê ciwan demildest bên berdan’
Yeter Erel Tûma di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em wekî sazî, civak û malbat, di vê demê de daxwaz dikin ku zindan bêne vala kirin û hemû girtîyên siyasî demildest bêne berdan. Berdewamkirina van pêkanîn dê zirarê bide hesta aştî û baweriya civakê; fikarên li ser pêvajoyê dê zêdetir bike. Ev nêzîkatiya zordar asteng dike ku gel tevkariyê li pêvajoyê bike. Ji bo ku hesta baweriya aştiya civakî, azadiya gelan û malbatan bê parastin divê ev pêkanîn bên bidawîkirin, ciwanên hatine girtin demildest bên berdan û edalet bi awayekî xurt were bicihanîn.”
‘Em ê li dijî van êrişan têkoşîna xwe bidomînin’
Piştre Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç axivî. Mehmet Kamaç diyar kir ku Rojhilata Navîn di nava xelekeke ji agir de ye û got: “Newroz sembola serkeftin û berxwedanê ye lê hişê we yê belengaz bi rengan, ziman û çandê re pirsgirêk heye. Em jî dibêjin ku dest ji hişê xwe yê belengaz berdin. Heke li Tirkiyeyê aramî hebe, sedema wê pêvajoya çareseriyê ye ku salek berê dest pê kir, lê hûn tenê zextên xwe zêde dikin. Hemû dinya nirxa ku gelê Kurd dide vê pêvajoyê dibîne. Ez bang li hikûmetê dikim: bi hestên gelê Kurd nelîzin. Li Amedê bi operasyonên sibehê dehan kes hatin girtin; em jî ji we re dibêjin ku em ê li dijî van êrişan têkoşîna xwe bidomînin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.














