Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo parastina Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tabûra Şehîd Azad ava kir.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê li dijî êrîşên li ser herêmê û ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi erkên xwe rabûn û çekên zarokên xwe hilgirtin û bi navê Şehîd Azad tabûra xwe ava kir.
Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê têkildarî êrişên li dijî herêmê, pêkanîna berpirsiyartiyê û boneya salvegera 7emîn a destpêkirina êrîşên dewleta Tirk û komên paramîlîter ên Tirkiyeyê li dijî Efrînê daxuyanî da. Malbatên şehîdan diyar kir ku ew bi boneya salvegera 7emîn a destpêkirina êrîşên dijî Efrînê, hemû hêzên dagirkir, dewleta Tirk û komên paramîlîter şermezar dikin. Malbatan anîn ziman ku Dewleta Tirk çawa di 2018an de bi êrîşeke hovane ku 58 rojan domde kir, kantona Efrînê dagir kir, niha jî bi heman xwestekê û bi awayekî hovane êrîşên dijwar dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet dijî pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê pêk tîne.
Meclisa Malbatê da zanîn ku sivîlên herêmê yên ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya xwe li hember êrîşan li bendavê nobedariyê dikin, hedef digir û wiha got: “Bi wê re nobedaran şehîd dixe û birîndar dike. Li dijî hemû sûcên dewleta Tirk ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkanîna sozên zarokên xwe yên şehîd, çekên zarokên xwe rakirin.
Meclisê herî dawî destnîşan kir ku dewleta Tirk divê baş bizanin ku çawa di 2014an de DAIŞ li Kobanê têk birin, îro jî li ser heman biryarê ne ku deweleta Tirk têk bibin.