Amed – Li gundê Emerka yê navçeya Farqînê ya Amed şahiyên Serhivdeyê sê roj û sê şev bûn bê navber berdewam dikirin. Welatiyên tev li şahiyê bûne derbarê dîrok û watea serfivdeyê axivîn û gotin: “Haya ku dinya hebe dê 3 roj û 3 şev şahiyên Serhivdeyê bên lidarxistin.”
Şahiya Serhivdeyê ku li gundê Emerka ya li navçeya Farqînê ya Amedê sê şev û sê roj hat lidarxistin bi “Şahiya Mirazan” bi dawî bû. Şahiya îsal ji hêla Şaredariya Farqînê û ya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin. Ji bajarên cuda yên bakurê Kurdistanê gelek welatî eleqeyek mezin nişanî şahiyê dan.
Şahiya Serhivdeyê her sal ji hêla hezaran kesan ve bi vêxistina findan û desthinekirina ciwanan tê pîrozkirin. Li gorî ku gotinan di dema şahiyê de li Serhivde gelek keç û xortên ciwan ên dilê wan dikeve hev bi hev piştre biryar didin û bi hev re dizewicin. Her wiha di şahiyê de kilam, gotin û qesîdeyan jî tên gotin û strandin. Welatiyên ku tev li Şahiya Serhivdeyê bûne ji ajansa me re axivîn.
‘Em her sal tên bi xweşî daweta wî dikin’

Welatiya bi navê Hecî Qedriya Acar, diyar kir ku Şêx Meazê Cembelî beriya ku “şehîd” bikeve dê dawetî wî bihana kirin û got ku di dema daweta wî de herbê destê pê kiriye, ew birine û wiha qala çîrokê kir: “Dema ku wê daweta wî bikin eshabeyek tê ji dayîka wî re dibêje; ‘em ê wî jî bibin herbê.’ Pêşî li ber derî disekinin û di destê kurê pîrê de qatlixekî cil hebûye. Tên jê re dibêjin em hatine cem we, ew jî ji wan dipirse û dibêje xêr e? Ew jî dibêjin, herb heye divê tu jî bi me re bêyî herbê. Piştre şêx qatlixên xwe yên zavatiyê datîne û tê xatiran ji dayîka xwe dixwaze. Dûre dayîka wî dest bi giriyê dike. Lê eshabeyên ku hatine peyî wî ji dayîka wî re dibêjin; ‘Em soz didin te em ê kurê dîsa bînin.’ Êdî diçe şer. Lê ji pêxember ve jî û ji dayîka wî ve jî eyane ku Şêx Meazê Cembelî şehîd ketiye. Pêxember dibêje min ji dayîka wî re soz daye ku ez ê kurê wê teslîmê wê bikim. Piştre ji xwedê teala dua dike û xwedê teala careke din rih dixe canê Şêx Meaz û Şêx jê re dibêje, ‘Çiqas cihê min xweş bû.’ Êdî pêxember jî jê re dibêje min ji dayîka te re soz daye. Şêx Meaz jê re dibêje; ‘Min bibin li cihekî ku du cemên ku yek li ber serê min yek jî li binî piyê min de derbas bibe biveşêrin û piştre dibêje, ew ê darekî li ber gora min hêşîn bibe û ew ê bibe dermanê her tiştî. Dê piştre dayîka min Belqîsa jî ew ê bên li vir defin bikin.’ Niha jî gora dayîka wî Belqîsa li biniya dara jê rê ye. Her sal bi xweşî em tên li vir daweta wî dikin, îsal jî ger ku baran nebûya dê hê xweştir bûya.”
‘Wateya Serhivde jî şehîd ketina Şêx Meazê Cembelî ye’

Welatiyê bi navê Hecî Ezedîn Tûnç jî da zanîn ku navê wê herêmê gelekî kevin e û got ku li gorî ku mezinên wan gotine; ‘Berê jê re gotine xezaliyê yê navê herêma badikan a berê ye û wiha qala serhivdeyê kir: “Wateya navê xeza yê jî ji herbê tê. Wateya Serhivde jî şehîd ketina Şêx Meazê Cembelî ye. Ew jî her sal di 27ê adarê de dest pê dike. Her wiha li vir jê re Xidirşah jî tê gotin û salê carekî li vir daweta vî qencê xwedê teala tê kirin. Ji Amedê û ji gelek deverên biyanî gelek kes tên li vir digihêjin hevûdin. Hin kes tên ji bo bazirganiya xwe. Ji sedî 30-40î jî ji bo xwedê teala ji rihê Şêx Meazê Cembelî re duayan dikin. Ev yek jî di nava me Kurdan de bûye weke kevneşopiyekê. Lê kesên ku ji bo ziyaretê bên vir divê di edeba xwe de bi tenê zikir bikin. Em Kurd li ku derê jî bigihêjin hev em li wir çanda xwe jî didin meşandin. Ji sala 77an vir ve ez têm li vir her tim roja dawî bi baran derbas bûye û her derî daye ber xwe û paqij kiriye.”
‘Heta dunya ava be dê sê roj û sê şev daweta wî bê kirin’

Emîne Ayverdî ya ku sê roj in li ser hev tê serhivde duayan dike, diyar kir ku Şêx Meazê Cembelî kurê pîrê yekî bi tenê bûye û wiha axivî: “Eshabe hatine mala wî hê hine di deştê wî de bûye û hê bûkê jî li mala bavê xwe bûye. Eshaban ji pîrê re gotine, tu yê wî bidî me em ê wî bibin herbê. Pîrê gotiye, hê hina wî di teştê de ye. Ji pîrê re gotine; ‘Em ê wî bînin.’ Piştre diçe 63 heb ‘gawiran’ dikuje. Di şer de jî serê Şêx Meazê Cembelî tê jêkirin. Eshabeyên xwedê teala dua dikin û careke din serê wî bi laşê wî ve datînin. Piştre jî dema ku wî dixin zikê tabûtê, milê wî yê rastê ji der ve dimîne û destê wî û diya wî digihênin hev êdî temam dibe. Ji wê rojê eshabeyên xwedê teala weed kirine dê salê carekî di 17ê adarê de ew ê sê roj û sê şev daweta wî bikin. Niha jî daweta Şêx Meazê Cembelî ye. Heta dunya ava be dê sê roj û sê şev daweta wî bê kirin.”
‘Milet gelek caran wî di xewna xwe de jî dîtiye’

Hecî Mihemed Eser jî sr mijarê ev tişt gotin: “Şêx Meazê Cembelî pir zatekî mezin e. Miletê gelek caran wî di xewna xwe de jî dîtiye. Salê sê roja daweta wî li vir tê kirin. Îşev jî roja dawî ye, jê re tê gotin êvara dewrê û ew ê xelk heta şeveqê zikir bikin. Her wiha govend û dîlan jî li berê tê kirin. Ew ê find bêne vêxistin û ew ê derdora tirbeyê hemû bixemlînin.”












