* Rojnamegerên Kurd li Tirkiyeyê têne girtin û li dervê Tirkiyeyê jî têne kuştin. Di 2024an de 5 rojnamegerên Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin kuştin. Li Tirkiyeyê jî 26 rojnamager hatin girtin. Serokê Basin-Îşê ya DÎSKê Tûrgut Dedeoglu got: “Bi girtin û cezayan azadiya çapemeniyê bisînor dikin. Em ê rojnamegeriya rast berdewam bikin.”
* Derhenêr Şêro Hindê diyar kir ku ew ji biçûkatiya xwe ve Bavê Teyar nas dike û piştre jî bi hev re xebitîne û got: “Bavê Teyar tevî zextên rejîma Baas jî berhemên Kurdî yên hunerî afirandin. Bavê Teyar li şûna me hemûyan şehîd bû.”
* Meşa dirêj li 26 bajarên Ewropayê 26 rojan dê berdewam bike, ev meş di roja duyemîn de li Fransayê berdewam dike.