Welatiyên Amedê ên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîne bertek nîşanî girtinên piştî pîrozbahiyên Newrozê dane wiha gotin: “Baweriya me ji pêvajoyê nemaye.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi giranî gavavêtina aliyekê salekê li pey xwe hişt. Bi Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKK kongreya xwe ya 12emîn li dar xist, biryara xwefesixkirinê da, li Silêmaniyeyê bi merasîmekê bi tevlîbûna 30 çekdarên jin û mêr çek hatin şewitandin. Komisyona Meclisê ya hatiye avakirin jî bi gelek kes û derdoran re hevdîtin pêk anîn û raporekek hevpar amade kir û parve kir. Lê belê wek şênber heya niha tu gavên berbiçav nehatine avêtin, qanûnên ku divê heya niha werin amadekirin jî hêj li benda xebata Meclisê ye. Li gel van geşedanan pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin, sedean kes bi lêdanê hatin binçavkirin û hinek ji wan hatin girtin.
Welatiyên Amedê têkildarî Pevajoya Aştî û Civaka Demokratîk û binçavkirinên piştî pîrozbahiyên Newrozê hatine kirin axivîn. Welatî xwestin ku hikumet jî gavên pratîk bavêje da ku pêvajo xurt bibe û gotin: “Li aliyekê dibêjin serbestî li aliyê din me binçav dikin û digirin. Baweriya me ji pêvajoyê nemaye.”












