TJAyê bi daxuyaniyek çapemeniyê derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 4ê Nîsanê rojbûna wî de deklarasyonek eşkere kir. TJAyê wiha got: “Em jin dibêjin heta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad nebe, aştiyeke mayînde pêk nayê. Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya gelê Kurd û mîsogerkirina jiyana wekhev û azad a gelên Rojhilata Navîn e.”
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Qonaxa Cemîlpaşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê derbarê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 4ê Nîsanê roja rojbûna wî de civînek çapemeniyê li dar xist û deklarasyonek eşkere kir. Aktivîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê û gelek jinên siyasetmedar tev li daxuyaniyê bûn.
Di bernameyê de pankarta “Niha Dema Azadiya Rêber Apo ye, Niha Dema Jinan e” hate daliqandin. Metna deklarasyonê ya bi bi Kurmancî Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk(DBP) a Amedê Rûçem Vefa Elyakût xwend û metna bi Tirkî aktivîsta TJAyê Dîcle Tekîk xwend.

‘Têkoşîna bi salan veguherî dîrokeke destanî’
Rûçem Vefa Elyakût diyar kir ku ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li Amarayê heta Îmraliyê ji bo hesreta civaka demokratîk a gelan li Îmraliyê têkoşîna azadiyê veguherand avakirina civaka azad û demokratîk, êdî dema azadiyê ye û got: “Em jin bi biryardariyeke mezin têkoşîna xwe ya azadiya jinan didomînin û ev têkoşîna ku bi salan e tê meşandin, veguherî dîrokeke destanî. Li dijî sîstema kapîtalîst a bi serdestiya mêran ku sêhra xwe winda dike û hebûna jinan bi mêtingeriya li ser ked û bedenê dibe wek amûr û li hemberî vê ferasetê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi analîz û xeta îdeolojîk-polîtîk bê guman ne tenê rêyeke nû vedike, di heman demê de vê rêyê ronî dike.”
‘Heta azadî mîsoger nebe, aştiyek mayînde jî pêk nayê’
Rûçem Vefa Elyakût anî ziman ku Abdullah Ocalan bi gotina “Tevgera azadiya civakî ku ger di navenda wê de azadiya jinan nebe, nikare bibe şoreşeke rasteqîn” rêya bidestxistina azadiya civakê nîşanî wan dide û wiha berdewam kir: “Em jin jî dibêjin heta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad nebe, aştiyeke mayînde pêk nayê. Em jin dibêjin; dixwazin gelan bixin nava şerekê. Ji bo pêşîlêgirtina şer pêwîst e pêvajoya avakirina civaka demokratîk û aştiyê were destpêkirin, têkiliyên Kurd û Tirkan ku ev du sed sal e li Rojhilata Navîn dibe sedema şer û krîzan, li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev û azad ji nû ve binirxînin û komareke demokratîk were avakirin ku tê de hebûna hemû nasnameyan, çand û baweriyên li Tirkiyeyê, bi taybetî Kurd, tên naskirin û azadiya wan bê mîsogerkirin.”

‘Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan mîsogerkirina jiyana wekhev e’
Rûçem Vefa Elyakût destnîşan kir ku jin dibêjin; dema azadiya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Dema azadiya rêberê gelan û rêberê modertnîteya demokratîk e û li Rojhilata Navîn ku cihê zayînên mezin, berxwedanên mezin û trajediyên nejibîr e, bi afirandina hêviyê û soza wekhevî, azadî û aştiyê dide gelan. Azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya gelê Kurd û mîsogerkirina jiyana wekhev û azad a gelên Rojhilata Navîn e. Weke TJAyê bi minasebeta 4ê Nîsanê em dixwazin bi eşkere bibêjin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê, ne pirsgirêka Kurd çareser dibe û ne jî şerê li herêmê bi dawî dibe. Em bang dikin ku ji bo serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk û ji bo bidestxistina aştiyeke rasteqîn şert û mercên azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di zûtirîn demê de pêk were.”
‘Em ê 4ê Nîsanê li qadan bin’
Rûçem Vefa Elyakût di dawiya daxuyaniyê ev yek anî ziman: “Êdî dema hevdîtina bi Rêbertiya Azad re ye, êdî dema jinan e. Bi minasebeta rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê di 4ê Nîsanê de li Rihayê û di 19ê Nîsanê de jî li Gemlîkê bin. Ji 1ê Nîsanê heta Meşa Gemlîkê ya 19ê Nîsanê, bi çalakiyên xwe û bi dirûşma ‘Niha dema jinan e û dema azadiya Rêber Apo ye’ em ê li qadan bin.”
Piştî xwendina deklarasyonê jinan dirûşmeyên, “Jin Jiyan Azadî”, ”Bijî Serok Apo”,”Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û bi çepik û tilîliyan govend gerandin û bername bi dawî bû.













