Wezîrê Dadê Akin Gurlek derbarê îdiaya ku li Îmraliyê ji Abdullah Ocalan re xaniyekî nû hatiye çêkirin de axivî û got ku li Îmraliyê xaniyekî nû nehatiye çêkirin.
Wezîrê Dadê Akin Gurlek beriya komcivîna AKPê ya li Meclîsê pirsên rojnamegeran bersivand. Rojnamegerekî pirsa ku li Îmraliyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xaniyek hatiye çêkirin an na, arasteyî Gurlek kir. Akin Gurlek pirs bersivand û wiha got: “Li wir tiştek wiha tune ye. Li wir avahiyeke îdarî heye. Ji bo avahiyên nû werin çêkirin, cihên ku pêdivî pê hebe dikare bê çêkirin lê belê li wir rewşeke ku avahiyek-xaniyekî nû hatibe çêkirin tune ye.”
Akin Gurlek ragihand ku di Pakêta Darazê ya 12emîn de sererastkirina înfazê tune ye.













