Amed – Girtî Ozgur Sevîm ê ku li Girtigeha Kirşehîrê dimîne bi rêya telefonê li malbata xwe geriya û got: “Midûriyeta girtigehê bi muameleya kêfî nêzîkî me dibe, cezayê disiplînê li me dibirin. Ava vexwarinê zengarî diherike.”
Ozgur Sevîm di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Nisêbîna Mêrdînê de, 31ê Gulana 2016an hat binçavkirin û girtin. Dadgeha Cezayên Giran a 4emîn a Mêrdînê bi îdiayên “xerakirina yekitî û yekpareya dewletê”, “kuştina bi zanebûn”, “zirardayina malê cemaweriyê” û “madeyên talûke bêyî destûrê li cem xwe girtiye” cezayê muebeta girankirî û 15 sal ceza lê birîbû. Ceza di 11ê Cotmeha 2022yan de ji hêla Dadgeha Bilind ve hatiye erêkirin.
Ozgur Sevîm niha li Girtigeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê girtî ye. Ozgur Sevîm bi malbata xwe re bi rêya telefonê axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafên girtiyan. Dayika Ozgur Sevîm, Behiye Sevîm têkildarî hevdîtina kurê xwe ji ajansa me re axivî.
‘Cezayê disiplînê li me dibirin’
Behiye Sevîm da zanîn ku li Girtigeha Kirşehîrê îşkencaya psîkolojîk li girtiyan dikin û got: “Kurê min duh nîvro li li min geriya. Mudiriyeta Girtigeha Kirşehîre muameleya kêfî li zarokên me dike. Kurê min got, ‘Bi awayên kêfî nêzîkî me dibin. Ji ber ku em binpêkirina mafan protesto dikin cezayê disiplînê didin me û mafê hevdîtîna malbatê li me qedexe dikin’.”
‘Ava vexwarinê zengerî diherike’
Behiye Sevîm diyar kir ku kurê wê jê re ragihandiye ku ava vexwarinê ya girtigehê nayê vexwarin û got ku kurê wê ev yek jê re anîne ziman: “Av zengarî didin me, em nikarin avê vexwin û yê ku vê avê vexwe jî nikare mehekê li vir bijî. Ava ku em cilên xwe pê dişon jî zengarî ye û koridorên girtîgehê hemû qirêj û herî ne. Tu paqijiya girtîgehê nîn e û mirov nikare di nav van şert û mercan de bijî. Dema ku em van pirsgirêkan bi îdareyê re parve dikin, îdare cezayê disiplînê li me dibire.”