Hate zanîn ku Abdullah Ocalan, di hevdîtina herî dawî de bertek nîşanî gotine AKPê ya “derxistinên qanûnî dê piştî tespît û tomarkirina çekan bê kirin” daye û xwestiya ku di meha Nîsanê de derxistina zagonan dest pê bike û heta Hezîranê biqede.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demorkatîk a ku bi banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an ve hate destpêkirin, didome. Lêbelê gavên ku divê dewlet biavêje, hêj nehatine avêtin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Abdullah Ocalan di hevdîtina 27ê Adarê ya bi Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de têkildarî gumana dewletê ya çekdanînê wiha got: “Wekî min di banga 27ê Sibatê de jî gotibû, têkoşîna çekdarî bi dawî bûye. Êdî veger nepêkan e. Divê dewlet jî bibîne ku tu çalakiyeke wêranker an tu gefên ewlehiyê tune ne.”
‘Divê herkesê bihewîne’
Abdullah Ocalan nêzîkatiya li hemberî pêvajoyê rexne kir û got: “Divê em bi awayekî teng nêzîkî vê pirsgirêka mezin nebin ku em hewl didin çareser bikin. Ji ber ku li ser Rojhilata Navîn planên hegemonîk ên kûr hene.” Di vê hevdîtina ku rayedarên dewletê jî beşdar bûn, hate zanîn ku mijare sereke ya di hevdîtina li Îmraliyê de verastkirinên qanûnî bûye. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan bi Şandeya DEM Partiyê û şandeya dewletê re çarçoveya qanûnî gotûbêj kiriye. Abdullah Ocalan di hevdîtinê de gotiye, “divê teqez berfireh be û her kesê di nava xwe de vehewîne.”
‘Kongre piştrastkirin e’
Hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan aniye ziman ji dêleva qanûnekî berfireh, çerçoveya teng de verastkirin bê kirin, dê zerarê bide pêvajoyê û dê “helwestek berovajî pêvajoyê be”. Hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan, banga 27ê Sibatê, 12emîn Kongreya PKKê, vekşîna ji Tirkiyeyê bibîr xistiye û aniye ziman ku ev gav bi îradeyek tam hatine avêtin, divê baş bê famkirin û ev îrade di heman demê de piştrastkirin û tespît e.
‘Divê di meha Nîsanê de derxistina zagonan dest pê bike’
Herwiha hate diyarkirin ku di hevdîtinê de rexmê hemû gavên hatine avêtin, şandeya dewletê qala “tespît û tomarkirina çekdanînê” kiriye û Abdullah Ocalan bertek nîşanî van gotinan daye û gotiye ev nêzîkatî tê wateya pêvajoya mijûlkirinê û ev helwest berovajî ruhê pêvajoyê ye. Hate zanîn ku ji bo derxistina qanûnan li ser dîrokê jî hatiye axaftin û hatiye destnîşankirin ku divê di nava Nîsanê de dest pê bike û heta dawiya Hezîranê biqede.













