Çetîn Arkaş ku di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Amarayê de axivî û got: “Serok Apo 27 sal in di bin tecride de ye. Di van 27 salan de ji bo xwe tiştek nekir. Ji bo gelê xwe, gelan û civakê xebitî.”
Rojbûna 77emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê bi hezaran kesan ve li mala Abdullah Ocalan jê ji dayikbûyê ya gundê Amara ya navçeya Xelfetî ya Rihayê tê pîrozkirin. Hezar kesên li navçeya Xelfetiyê bi meş bi rê ketine, gehiştin gundê Amarayê û bi gehiştina girseyê re pîrozbahî jî destpêkir. Xaniyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jê dayikbûyê bi wêneyên Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Her wiha girseyê pankarta li ser, “Bi Rêbertiya azad ber bi Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk ve” dinivsî hilgirtin û wêneyên Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ku di 4ê Nîsana 2009an de di pîrozbahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de di encama êrişa cendermeyan de hatibûn qetilkirin rakirin.
Pîrozbahî bi axaftina Çetîn Arkaş ku demekê li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi hev re mabûn û piştî 30 salan hatibû berdan ve berdewam kir. Çetîn Ardaş dema dest bi axaftinê kir girsê bi yek dengî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.
‘Ew der noqtaya sifirê ya gelê Kurd e’
Çetîn Arkaş di destpêka axaftina xwe de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha axivî: “Rojbûna Serokatî rojbûna gelê Kurd e. Em jî li vir heta girava Îmraliyê Rojbûna Serokatî pîroz dikin. Weke tê zanîn li vir Gobeklîtepe heye û ew der weke noktayê sifirê yê dîrokê ye. Ew der jî noktayê sifirê yê gelê Kurd e. Rêber Apo dema qala dîroka xwe dike dibêje; Extiyarekî ji min re got Kurd dara hişk e xwe pê re mijûl neke.’ Lê niha ew dara hişk, şîn bûyê û bûye daristanek. Ji berê Kurd tenê civakeke malbatî û aşîr bûn. Nakokiyên mezin di navbera Kurdan de hebûn. Di dîrokê de jî mînakên vê hene. Lê îro Kurd ji malbatî wêdetir bûn neteweyek.”
Girsê di dema axaftina Çetîn Arkaş de dirûşmeyên, “Rojava Rojhilatê Kurdistan yek welat e” berz kir. Li ser vê yekê Çetîn Arkaş got; “Rêber Apo jî dibêje gelê Kurd yek e.”
‘Silav ji dayika Uveyş re’
Di berdewama axaftina xwe de Çetîn Arkaş bi lêv kir ku ev erdnîgarî ji aliyê netew û baweriyan de dewlemend e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêber Apo tu car pirîm neda dijminatiya gelan. Rêber Apo erê Kurd û Kurdistanî ye lê di heman demê de Ereb e, Tirk e û Ermenî ye jî. Em ji koka xwe dûr nekevin lê tu netew û baweriyan jî tune nahesibînin. Em li vir silav û rêzên xwe ji Dayika Uveyş ku temsîla xwedevandan bû dikin. Îro jin bi paradigmaya Rêber Apo ber bi azad bûnê û xwedevandiyê ve diçin.”
‘Em Kurdistaneke bê Serokatî naxwazin’
Çetîn Arkaş bal kişand ser kriz û kaosên li Rojhilata Navîn û wiha got: “Xweşikbûna Rojhilata Navîn jî bi azadiya jinan ve pêkan e. Serok Apo 27 sal in di bin tecride de ye. Di van 27 salan de ji bo xwe tiştek nekir. Ji bo gelê xwe, gelan û civakê xebitî. Serok Apo rastî tecrîdeke dijwar hat û bi heqeretên mezin re rû bi rû ma. Hemû kesan heqeret dikir lê derfeta wî ya bersiv bide jî tune bû. Lê nekarîn Roja me qirêj bikin. Sedema tecrîda 27 salan jî hevaltiya me ya kêm e. Ew ji bo me şermeke mezin e. Her seata ku Serok Apo li wê derê ye ji me re şerme. Ji me pirsin ‘Gelo hûn hemû gotinên Serokatî dikin?’ me got. ‘Erê.’ Gotin Em ji wê re bejin em ê Kurdistanê bidin wê lê hûn ê Serokatî ji bîr bikin.’ Me jî got; ‘Em Kurdistanê ku bê Serok jî qebûl nakin.’ Êdî merhaleya em gehiştinê qonaxa avetina gavan e. Dê çi bibe diyar e. Divê demildest azadiya Serok Apo pêk were. Gava yekem ew e. Divê şert û mercên Rêber Apo bên başkirin. Gava dûyemîn jî azadiya Serok Apo ye. Êdî em naxwazin tenê posterên wî bibînin. Em dixwazin wî bibînin û dengê wî bibihîsin.”
Çetîn Arkaş destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê teqez were Amarayê û got: “Dayikek hebû ji me re digot; ‘Serok Apo dê kengî were.’ Tirkmen bû. Digot, ‘Gul û beybûn dê vebin Serok Apo jî dê were.’ Em jî dibêjin ‘Li ber xwe bide daye, li ber xwe bide. Serok Apo dê teqez were Xelfetiyê.’ Rojbûna me hemûyan pîroz be.”
Piştî axaftina Çetîn Arkaş bernameya pîrozbahiyê bi axaftinan didome.














