Di danişîna doza qetilkirina Narîn Guranê de biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind hate qebûlkirin. Bavê Narîn Guran Arîf Guran bertek nîşanê bersûc Nevzat Bahtiyar da û got ku ew edaletê dixwaze.
Zaroka bi navê Narîn Guran a 8 salî, di 21ê Tebaxa sala 2024an de winda bû û cenazeyê wê 18 roj piştre hate dîtin. Yek ji bersûcan Nevzat Bahtiyar ku ji ber sucê “Tunekirina delîlan, veşartina delîlan an jî guherandina cihê wan” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn, jinûve tê darizandin.
1emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind, biryar da ku Bahtiyar di çarçoveya sûcê “alîkarîdayîna sûcê kuştina biqesdî ya biwesf” were darizandin û biryara dadgehê betal kir.
Danişîna ewil a jinûvedarizandinê ya Bahtiyar, li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Endamên malbata Narîn Guranê, di dema parastinê de hewl dan êrişî Nevzat Bahtiyar bikin. Li ser vê yekê, endamên malbatê ji hêla polîsan ve ji eywanê hatin derxistin.
‘Ez daxwaza edaletê dikim’
Bavê Narîn Guran Arîf Guran di danişînê de got: “Tiştên ev mirove dibêje derew in. Bi ser bûyerê re 19 roj derbas bûn; di dozeke êdî veguherî doza Tirkiyeyê de nehatiye aqilê tu kesekî ku li kameraya Dara 2 ya li rexê leşkeriyê li gund dinihêre binêrin. Heke lê bihata nihêrtin dê rastî derketa holê. Ev kes bênavber îfadeyên xwe diguherîne. Keça min hate qetilkirin. Dema behsa kesekî mirî tê kirin mirov hinek xemgîn dibe lê ev kes qet xemgîn jî nebû. Îfadeyên zarokên min hatin girtin lê îfadeyên keça wî û dişa wî nehatin girtin. Ez dixwazim keşf were kirin û polîs bên cihê bûyerê keşfê bikin. Yên ku dosya xistin vî halî cendirme ne. Heke Salîm Guran jî kiribe, Yuksel Guranê jî kiribe, êdî kê kiribe bila cezayê xwe bikêşe. Cezayên muebbedê yên hatine dayin li gorî çi hatin dayin? Ez daxwaza edaletê dikim.”
‘Lêpirsîn ne baş hatiye kirin’
Piştre jî parêzerên malbatê parastin kirin û xwestin bersûc were cezakirin. Parêzeran, xwestin ku delîlên nû yên li dosyayê hatine zêdekirin bên nirxandin û gotin ku dadgehê qeydên îmajê yên telefonan ji pisporan re neşandiye. Parêzeran got: “Meseleya Prostat Spesîfîk Antîjenê (PSA) heye û ev PSA pir girîng e. Dê derkeve holê ku zarok ji sedî 99 piştî îstîsmarê hatiye qetilkirin. Nirxandina vê PSAyê û rapora ATKê diviyabû bihata girtin lê ew jî nehatiye girtin. Lêpirsîn pir nebaş hatiye kirin. Delîl nehatine komkirin û hinek delîl hatine jibîrkirin. Ji bo ronîkirina dosyayê li saetên çi eleqe pê tune ye hatiye nihêrtin.”
Dadgehê, ji bo nirxandina biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind 5 deqeyan navber da. Dadgehê, bi piraniya dengan biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind qebûl kir.













