Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal Aslan di Meclisê de bal kişand ser rewşa rojanmegerên girtî û wiha got: “Bêdengkirina rojnamegeran bêdengkirina civakê ye. Nedîm Orûç û hemû rojnamegerên girtî demildest berdin.”
Li Tirkiyeyê di demên dawî de zextên li ser rojnamegeran û astengiyên li dijî rojnamegeriyê zêde bûn. Tirkiye bi van sepanên li dijî rojnamegeran ve di cîhanê ji welatên herî zêde zext li rojnamegeran tê kirin e. Gelek rojnameger ji ber karê rojnamegeriyê bi awayeke keyfî tên girtin û darizandin.
Gef, sansur, binçavkirin, girtin..
Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan di Meclisê de bal kişand ser zextên li ser rojnameger û rojnamegeriyê û wiha got: “Li cîhanê û Tirkiyeyê zextên li ser rojnamegeriyê her ku diçe zêdetir dibin. Tirkiye yek ji welatên ku herî zêde rojnamegeran didarizîne û digire yek e. Niha di girtîgehan de 31 rojnameger girtî ne. Li dijî rojnamegerên Kurd û rojnamegerên Çepemeniya Azad bi awayeke bêsînor qedexeyên derketina derve tên ragihandin, bi astengiyên keyfî yên sansurê, gef, binçavkirin, girtin û darizandinan dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin. Yen ku heqîqetê dinivîsin û didin bihîstin tên darizandin. Yek ji van jî Nedîm Orûç e.”
‘Bêdengkirina rojnamegeran bêdengkirina civakê ye’
Newroz Uysal di axaftina xwe de destnîşan kir ku rojnameger dema xwepêşandanên ji bo Rojava dişopand bi îşkenceyê hatiye binçavkirin û wiha got: “Nûçegihanê Ajansa Welat (AW) ev 83 roj in girtî ye. Bêdengkirina rojnamegeran bêdengkirina civakê ye. Elîf Bayburt, Ziya Ataman, Cîhan Berk, Devrîm Ayik, Nadiye Gurbuz, Nedîm Orûç û hemû rojnamegerên girtî divê demildest werin berdan.”













