Wan – Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan piştî 5 salan ji malbatên Abdullah Yîgît û Agît Acar ên ku di sala 2021an de jiyana xwe ji dest dabûn, daxwaza tazmînatê kir. Hat zanîn ku dozê di 3yê Adarê de dest pê kiriye û dadgehê ji ber ku malbat tev li danaşînê nebûne, gefa girtinê li malbatan xwariye.
Di 7ê Îlona 2021an de, li herêma Kato Marînos a bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve di encama êrişeke hewayî ya artêşa Tirk de endamên HPGê Abdullah Yîgît (Eriş Andok) û Agit Acar (Azad Gewda) jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî 3 salan di 2024an de Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan bi hinceta “ziyana cemaweriyê ya ji ber dayîna tazmînata neqdî ya ji bo personelan” doz li malabatên Yîgît û Acar vedike û daxwaz dike ku ev malbat 44 hezar 743 lîreyan bidin.
Ji malbata Acar li 16 kesan doz hatiye vekirin
Li dijî vê yekê malbatan îtîraz kir, lê belê îtîraza wan hat redkirin. Hat zanîn ku danaşîna ewil a vê doza tazmînatê di 3yê Adara 2026an de li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Wanê hatiye lidarxistin û malbat tev li danaşînê nebûne. Li ser vê yekê dadgehê danişîn taloqî 24ê Nîsanê kiriye, teblîxat ji malbatan re şandiye û gefa, “Heke hûn neyên danişîna 24ê Nîsanê, hûn ê bên girtin” li her du malbatan xwariye. Dîsa 5 hezar 901 lîre jî faîz hatiye ser pereyê tê xwestin û di teplîxatê de behsa vî faîzê jî tê kirin.
Hat ragihandin ku tenê ji malbata Acar ji 16 kesan re dosye hatiye vekirin û di çarçoveya dozê de, li ser eşya û malên endamên malbata Agît Acar biryara desteserkirinê hatiye dayîn. Ji bo malbata Yigit jî heman pêvajo hatiye destpêkirin.
Dayik Meryem Yîgît jiyana xwe ji dest da
Cenazeyên her du endamên HPGê di sala 2021an de li Goristana Bêkesan a Wanê hatibûn veşartin û malbatan piştî testa DNAyê cenazeyên xwe wergirtibûn. Ev doza tazmînatê û gefên girtinê wekî berdewamiya polîtîkayên zextê yên li ser malbatan tê nirxandin. Malbat piştî 5 salan bi “zilma îcrayê” re rû bi rû mane. Hat zanîn ku çend roj beriya niha dayika Abdullah Yîgît, Meryem Yîgît ku ev 5 sal bûn nexweş bû û li wê jî doz hatibû vekirin, jiyana xwe ji dest daye.








